* Fotograf: Arşiv / Agos
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel piştî bi Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyanî û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyevî re civînên cida cida pêk aniye, her sê serok duh bi şev di şîvê de hatine bav hev.
Civîn duh li gorî saeta Tirkiyeyê di saet 20.00ê de destpê kiriye û bi qasî 5 saetan domiyaye. Piştî civînê Michelî civîneke çapemeniyê li dar xistiye û behsa naveroka hevdîtinan kiriye.
Michelî gotiye, bi armanca amadekirina peymaneke aştiyê serokan li hev kiriye ku pêvajoyeke berbiçav destpê bike û komxebatên hevbeş ava bikin.
Michelî ji bo hevdîtinê gotiye "newaze û gelekî bifêde bû" û bi van gotinan axavtina xwe dewam kiriye: “Ji bo ihtimala amadekirina peymaneke aştiyê me bi hev re biryar da ku em ji bo hevdîtinên aştiyê dest bi pêvajoyeke berbiçav bikin."
Ne diyar e wê kengî bibe
Michelî di dewama axavtina xwe de gotiye, ji bo pêşketinên wê de hefteyên pêş de bibin, ew bawer dike ku kanala peywendiyê û koordînasyonê ya têkûz wê bê parastin.
Charles Michelî ji bo pirsa "Ji bo peyman bê îmzekirin çiqas dem pêwîst e?" diyar kiriye ku zehmet e texmînkirina vî tiştî lê ji hevdîtina destpêkî ya Kanûna Pêşiyê ya 2021ê û heta niha gelek kar hatiye kirin, hevdîtin li ser hesasiyet û tiştên girîng ên ji bo her du aliyan bûne. (TP/FD)