Fotograf: Metin Aktaş / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serfermandariya Ûkraynayê ziyana Rûsyayê ya di navbera 24ê Sibatê û 5ê Nîsanê di dema şerî de derketiye holê, aşkere kiriye.
Li gorî daxuyaniya Serfermandariya Ûkraynayê, heta niha 18 heta û 500 leşkerîn rûsî hatine kuştin. 150 balafir û 134 helîkopterên rûsî xistine, 676 tank rûxandine, hezar û 858 wesayitên zirxkirî, 332 top, 107 sîstemên roketavêj û 55 sîstemên parastina hewayî tune kirine.
Her weha hezar û 322 wesayit, 7 keştî û qeyikên niv-lez, 76 wesayitên sotemeniyê û 94 balafirên bêmirov ên rûsî jî ji holê rakirine.
Serfarmandariyê behsa zerar û ziyana Ûkraynayê nekiriye.
Rayedarekî/e NATOyê yekî/e DYAyî di 24ê Adarê de ji hin saziyên medyayê re gotibû, di meha destpêkê ya şerî de 40 hezar leşkerên rûsî mirine, birîndar bûne, dîl hatine girtin an jî winda bûne. Rayedarê NATOyê her weha diyar kiribû ku li gorî texmîna wan di navbera 7 û 15 hezarî de leşkerîn rûsî mirine.
Çavkaniyên navnetewî diyar kirine ku li gorî texmînan 190 leşkerên rûsî di şerê Ûkraynayê de şer dikin.
(HA/FD)