Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wêneya Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku bi Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizraklî li Girtîgeha Edîrneyê bi hev re kişandine li ser hesabê medya civakî yê Demîrtaşî hatiye weşandin.
Demîrtaş weha gotiye:
“Dibe ku rê bi dirî û çal û xwar be. Niha jî ez û mamosteyê xwe yê xoşewîst @SelçukMizrakli yî bi hev re dimeşin.”
“Bêguman rojekê, em ê hemû bi hev re xwe bigihînin wê benderê. Xatirê we..."
Yollar dikenli, engebeli olabilir. Şimdilerde, sevgili @SelcukMizrakli Hocam ile yürüyoruz.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) March 30, 2022
Elbet bir gün, hep birlikte o limana varacağız.
Görüşmek üzere... pic.twitter.com/BpDUHjFeEu
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin. (EMK/AY)