* Fotograf: Onur Çoban - İstanbul / AA
Ji bo nûçeya (1) (2) / ingilîzî (1) (2) bitikîne
Nûnerên rûsî û ûkraynî piştî civîna xwe ya yekê ya li Stenbolê, li Ofîsa Karkirinê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê, daxuyanî dane çapemeniyê.
Piştî civînê, heyetên herdu welatan ji Dolmabahçeyê çûne. Civîn wê sibê dewam bike.
Olîgark Roman Abramovich jî beşdarî civînê bûye. Beriya niha hatibû îdiakirin ku Abramovich di dema civînên li Ûkraynayê de ew jehrî kirine. Kremlînê diyar kiriye ku ti pewyîreke wî ya fermî di nava heyeta hevdîtinê de nîne.
Yek ji endamên heyeta ûkraynî David Arakhamiayî ji rojnamegera re gotiye ew dixwazin heşt welatan weke welatên garantor qebûl bibin ku Tirkiye, Brîtanta û DYA beşek ji wan in.
“Qirim mijara hevdîtineke din e”
Heyeta ûkraynî diyar kiriye ku li beramberî statuya bêalîgiriyê ya Rûsyayê, wan xwestiye ewlehî were misogerkirin. Di nava heman daxwazan de statiya Qirimê jî heye ku hatiye dagikirin. Hatiye xwestin ku periyodeke şêwirmendiyê ya 15 salan were avakirin.
Heyeta ûkraynî her weha gotiye, hîna ji bo agirbestê wan li hev nekiriye û mijara Qirimê wê bibe parçeyeke din ê hevdîtinan.
Rûsya: Hevdîtin erênî bû
Li ser navê heyeta rûsî Vladîmîr Medînsky-yî jî destnîşan kiriye ku roja yekem "erênî bû".
Medînsky-yî her weha gotiye ger peymana aştiyê di navbera wezîrên karûbarên herdu dewletan de pêk were, wê çaxê dê Serokdewletê Rûsyayî Vladîmîr Pûtîn û Serokdewletê Ûkraynayê Zelenskî bikaribin li hev kom bibin.
Her weha diyar kiriye ku wê pêşniyar û daxwazên Ûkraynayê pêşkêşî Pûtînî bikin.
“Em îro bi kêfxweşî dibînin ku di her qonaxê de nêzîkiya herdu aliyan zêdetir bûye. Beriya her tiştî divê agirbest pêk were. Ev şer êdî divê bisekine. Em dibînin ku îro di civînê de ji bo vê mijarê gav bi pêş de hatin avêtin. Di hin mijaran de li hev kirin û nêzîkatiyeke hevbeş derket holê."
Hevdîtinê îro destpê kir
Heyetên guftûgoyê yên Rûsya û Ûkraynayê, li Stenbolê, Ofîsa Karkirinê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê civiyan.
Civîn piştî axavtina destpêkê ya Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî destpê kiriye û wê du rojan dewam bike.
Erdoganî di axavtina xwe de gotiye, "Tirkiye li hemû platformên navnetewî helwesteke adilane ya ku maf, heq û hesasiyetên herdu aliyan diparêze, nîşan dide: "We, endamên heyetan berpirsiyariyeke dîrokî girtiye ser milên xwe. Hemû cîhan li bendê ye ku hûn agahiyên xêrê û mîzgîniyê ye. Hûn bi beralîkirina rêberên xwe bingeha aştiyê diavêjin. Em amade ne ku karê we hêsan bikin û ji bo wê piştgiriyê bidine we."
Heyetên herdu dewletan beriya niha li Belarûsê kom bûbûn û li wir biryar dabûn ku li Stenbolê civînên xwe dewam bikin. (AS/FD)