Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzelê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û xwestibû ku biryara Parlamentoyê ji bo betalkirina parêzbendî û parlamenteriya wê daye, bila betal bibe.
Dadgehê serlêdana Guzelê qebûl nekiriye û daxwaza wê ne pejirandiye.
Digel Parlamenterên AKPyê, yên Partiya IYI û CHPyê jî dengên "erê" dabûn.
Parêzbendiya Guzelê di 1ê Adarê de li Civata Giştî ya Parlamentoyê hatibû betalkirin. Guzelê derbarê du biryarên ku Parlamentoyê dabû de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn her du serlêdanên Guzelê nîqaş kiriye û bi yekdengî biryar daye ku betalkirina pazêrbendiyê, ne li dijî Dadgeha Destûrî, qanûnan û rêziknameya Parlamentoyê ye. Dadgehê li gorî vê encamê serlêdana Guzelê ne pejirandiye.
Piştî vê wê çi bibe?
Ger Parlamento parêzbendiya yasadanînê ya parlamenterekê/a betal bike û parlamenter li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Destûrî bidin û bixwazin biryarê betal bikin, biryara Dadgeha Destûrî dide, biryara dawî ye. Piştî sedema biryarê were nivîsîn û weşandin, wê pêvajo bidawî bibe.
Çi bûbû?
Volkan Bora, endamê PKKê di sala 2017an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkan ve di encama operasyonekî hewayî de hatibû kuştin. Di encama lêkolîna telefona Volkan Borayî de wêneyên Semra Guzelê û Bora yên bi hev re kişandibûn derketibûn. Ev wêne bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Dema ew wêne li ser çapemenîya nêzî hikûmetê belav bûbû, Serokê Giştîyê AKPyê û Serokkomar Erdoganî daxûyanîyek dabû. Erdoganî gotibû “Me ev mijar yekser ji Komîsyona Têkel re şand. Çi hewce bike wê bê kirin. Em naxwazin kesên wiha di Meclîsa xwe de bibînin”.
Guzelê jî gotibû ku, Bora “dergistîyê” wê bû ye û ew wêne jî “di Dema Çaresarîyê de hatine kişandin”. Dema ew wêne hatine kişandin ti têkilîyê wê bi partîyên sîyasî re tunebû û ji bo ew wêneyên li ser Bora hatine dîtin, di derheqî wê de ti lêkolin nehatine vekirin. Guzelê berdewam kiribû û gotibû, ew wêneyên ku 5 sal berê hatine ditîn, îro wek “kemînek” ji bo wê tên bikaranîn.
Piştî ev wêne hatin weşandin derbarê Guzelê de ji bo ku parêzbendîya wê bê rakirin, fezleke hatibû amadekirin. Fezleke ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re hatibû şandin.
Komîsyon di 20ê Kanûna Paşiyê de civîyabû. Lê berî ku Komîsyon bicive Meral Akşenera Seroka Giştîya Îyî Partîyê û Ozgur Ozelê Cihgirê Koma CHPê daxûyanî dabûn û gotibûn ew ê ji bo fezlekeyê denge “Erê” bikarbînin.
Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî hezar û 336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya aniha tu daxuyani ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede derheqê parlamenterên HDPyê û CHPyê de ne. Derheqê parlamenterên AKP û MHPyê de hema bêje qet fezleke nîn in. (EMK/FD)