Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeliyî di axavtina xwe ya koma partiya xwe de Yekîtiya Bijîşkên Tirkan (TTB) ji xwe re kiriye hedef.
Bahçeliyî diyar kiriye ku di serî de yên bijîşkan, haya wan ji hemû pirsgirêkên bingehîn û mafên xebatkarên tenduristiyê heye û îdia kiriye ku di dema nexweşiya Covid-19ê de kesên tirs di nava gel de belav kirine, metirsî çêkirine û hiştine saziyên tenduristiyê yên Tirkiyeyê werin nîqaşkirin, komeke biçûk e.
Beşek ji axavtina Bahçeliyî wiha ye:
"Weke rastiyeke aşkere li pêşberî me ye ku Yekîtiya Bijîşkên Tirkan, ew hêlîna fesadiyê, propagandaya reşkirinê çêdike û birêxistin dike û li her cûre dek û dolaban, her cûre derewan û her cure buxtanan xwedî derdikeve. Ev ên rûreş yên soza Hîpokratî ya dema dest bi kar dikin dixwînin binpê dikin û bi hinkofiya îdeolojîk a necis ziyanê didin bijîşkiyê.
"Niha jî dibêjin, bijîşkên me terka Tirkiyeyê dikin. Nizanin ku yek bijîşkê me yê dilê wan bi hezkirina welat û gelî re lê dide ne diçe û ne jî difikire biçe. Ger em li Yekîtiya Bijîşkên Tirkan binêrin, Tirkiyeyê ji zû de ye ala îflaskirinê hildaye." (AÖ/FD)