Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Pêşniyarnameya Qanûna Hilbijartinê ya hevpar a AKP û MHPê ku dixwazin benda hilbijartinê ji sedî 10 dakeve 7an, hatiye Parlamentoyê.
Li gorî pêşniyarnameyê, eger hejmara giştî ya dengan a ji aliyê tifaqê ve hatiye wergirtin ji benda giştî ya welêt derbas bibe, wê hejmara parlamenteran û belavkirina wan, li gorî hejmara dengên her partiyeke ku di tifaqa de yeli ber çavan were girtin.
Hejmara parlamenteran ku her yek ji partiyên siyasî yên tifaqê pêk tînin, wê li gorî dengên k u di her herêmên hilbijartinê de bi dest dixe esas were girtin û wê bi sepena D'Hondt a giştî were diyarkirin.
Li gorî pêşniyarnameya Qanûna Hilbijartinê ya ji aliyê AKP û MHPê ve hatiye amadekirin, ji bo beşdarbûna hilbijartinê şertê avakirina komekê li parlamentoyê radibe.
Di pêşniyarnameyê de li gorî Sîstema Hukumeta Serokomariyê, gotinên weke "Serokwezîr" ji Qanûna Hilbijartinê tên derxistin.
Di sedema pêşniyarnameyê de weha hatiye gotin, "Bi vê guhertina hatiye kirin ve tê armanckirin ku bilindtirbûna bar û standarta demokrasiyê ya li welatê me, sazkirina cihê xwe di nava welatên demokratîk de, bi Sîstema Rêvebiriya Serokomariyê dê edalet û aramiyê xurt bike."(HA/AY)