* Fotograf: Cem Özdel - Antalya / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karûbarên Derve yê Ûkraynayê Dîmîtro Kuleba û Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû vê sibê li Antalyayê kom bûne.
Lavrov û Kulebayî piştî civînê daxuyanî dane çapemeniyê.
“Em li ser mijarên mirovî axivîn”
Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî ev tişt gotine:
“Ji bo pirsgirêkên dibin sedema krîza Ûkraynayê çareser bibin, em ê piştgiriya hemû hewldanan bikin. Piştî van hevdîtinan divê tiştek lê zêde bibe.
“Em dixwazin bi taybet hempîşeyên me yên Ûkraynî ji bo berê wê ber bi cihekî din ve neçe, vê rêya gotûbêjên rast bi ti şêweyî bikar neynin ku her gav vî tiştî dikin. Di encama vê hevdîtina me ya îro de ev tişt hate fahm kirin, di rastiyê de ti tiştek nikare şûna gotûbêjan bigire.
"Me ji bo vekirina korîdorên mirovî de hin pêşniyar pêşkêş kirin ku dibe kar li ser bê kirin. Em ji bo krîza Ukraynayê çareseriyek giştî û her demê dixwazin.
“Gelê me bi tengasiyên curbecur ra rû bi rû dimîne. Em hêvî dikin ku ji vê qeyranê bi silametî derkevin. Em dixwazin her kes bi vê hişmendiyê ji vê qeyranê safî bibe.
“Em dixwazin Ukrayna dewleteke bêalî be. Gava em li dijî berbelavbûna NATOyê derdikevin, ne ku em li hember in Ûkrayna ewlehiya xwe pêk bîne.
“Putîn ti wextî xwe ji pêwendiyan dûr nake. Tenê em naxwazin bêgotin û derbas bibin. Em bi Kulebayî re li ser vê axivîn.
“Îdiayên ku dibêjin Pentagonê li ser axa Ukraynayê bi dehan laboratuvarên biyolojîk yên leşkerî ava kiriye, fikarên me zêde dikin. Em bersiva van pirsan dixwazin.
“Rojava ji Ukraynayê tenê tiştekî dixwaze, dibêjin bila ev dewlet her gav li dijî Rûsyayê bixebite.
“Em ê meseleya cezakirinan wisa çareser bikin ku em ê tu wextî hewceyî dewletên Rojavayî nebin. Em ê tevdîrên wisa hildin ku em ê cardin nekevin rewşeke wiha.
Em ê êrîşî welatên din nekin. Em ê êrîşî Ûkraynayê jî nekin. Me Ûkrayna dagir nekiriye, niyeta me ne ew e ku em cihekî din jî dagir bikin. Salên dirêj me hişyar kirin, me pêşniyar kirin. Pûtînî nêrînên xwe yên derbarê vê mijarê de bi berfirehî ragihand."
“Min hewl da ku ez çareseriyeke dîplomatîk peyda bikim"
Wezîrê Karûbarên Derve yê Ûkraynayê Dmîtrî Kulebayî jî diyar kiriye ku wan ji bo agirbesteke 24 saetan bang kiriye û ew li bendê ne Rûsya biryareke bi vî rengî bikin.
Beşek ji axavtina Kulebayî wiha ye:
“Cara pêşiyê ye ku di navbera Rûsya-Ûkraynayê de hevdîtin pêk hat. Hevdîtineke him zehmet him jî hêsan bû. Heta ji destê min hat, min tiştê baş kir. Min hewl da ku ez çareseriyeke dîplomatîk peyda bikim.
“Weke hûn dizanin li Mariupolê ji asman bombebaran pêk tê. Herêm di bin agir de ne. Ji bo korîdoreke mirovî vebe, êşa sivîlên li herêmê ne, bi dawî bibe, ev civîn pêk hat. Lê mixabin Lavrovî di vê mijarê de ti tiştek misoger nekir. Ne di rewşeke wiha de bû.
“Me mijara agirbesteke 24 saetî bi lêv kir. Em di vê mijarê de bipêş neçûn. Me wisa fam kir ku li Rûsyayê hin kesên din hene di vê mijarê de wê biryarê bidin.
"Sekinandina şer di destê me da nîne. Heger dewleta ku êrîşî me dike vî tiştî nexwaze em nikarin şer bidin sekinandin.
"Ez li vir (li Antalyayê) wekî Wezîrekî Karûbarên Derve ku raya min a biryardanê heye ji bona çareseriyê hatim, lê ew (Lavrov) tenê ji bona guhdarkirinê hatiye."
Stoltenberg wê were Tirkiyeyê
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg wê roja 11ê Adarê serdana Tirkiyeyê bike.
Li gorî daxuyaniya ku NATOyê weşandiye, Stoltenberg wê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavûşoglûyî re bicive. Stoltenberg wê beşdarî Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê û li vir biaxive. (AS/FD)