Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Derbarê Feleknas Ûca, Parlamentera Êlihê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de ji ber gotina “Kurdistan”ê fezleke hatiye amadekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Fezleke ji aliyê Buroya Parlamenteran ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve hatiye amadekirin û şandine Serokatiya Meclîsê.
Bixwîne- Parêzbendiya Semra Guzelê hatiye rakirin
Di fezlekeye de gotinên Ûcayê yên “di 12ê Tîrmeha 2020an de li Aydinê di çalakiya "Li dijî destdirêjiyê, înfazê, qeyûman têkoşîna jinan li her derê ye" de gotibû "... Me xwest em li Egeyê, Marmarayê, Kurdistanê, li hemû bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê em xwe bigihînin dayikên xwe, xwişkên xwe, hevrêyên xwe..." weke sûc hatiye dîtin.
Serdozgeriya Komarî ya Aydinê fezleke amade kiribû û bi biryara nekarbidestiyê ji Enqereyê re şandibû. Di fezlekeye de peyvên wekî "Kurdistan û bajarên Kurdistanê" "gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kiriye" weke sûc hijmartine.
Di hinceta fezlekeyê de jî wiha hatiye gotin: "Herêmên ku welatiyên me yên bi eslê xwe kurd in lê dijîn, ji aliyê Abdullah Ocalan ve wekî Kurdistan hatiye binavkirin."
Fezlekeya hatiye amadekirin 5 rûpel e. Du rûpel û nîvê fezlekeyê derbarê PKKê û du rûpel jî derbarê parêzbendiyê de ye û nîv rûpela mayî jî ji agahiyên derbarê Ûcayê de, çalakiyên ew tevlê bûne û hevokeke pê tê "sûcdarkirin" pêk hatiye. (EMK/AY)