* Fotograf: Özge Elif Kızıl - Stenbol / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de axiviye.
Erdoganî gotiye ku “Êdî 15 bi qasî 15 meh ji hilbijartinê re mane, divê em li gorî vê rewşhe her rojê baş kar bikin" û dîsa behsa CHPyê kiriye:
“Em hebûna mixalefeta siyasî girîng, hewce û tiştekî biqîmet dinirxînin.Bextreşiya Tirkiyeyê ew e ku ji xebateke mixalefeta bi vî rengî mehrûm e. Li hemberî me CHPyek heye ku xêra wê ne bi gel ne jî bi xwe dibe. Ev CHPya ku di tevahiya 16 hilbijartinan de têk çûye, ji bo xwe pêş bixe hewl nedaye û her dem bi paş de çûye. Niha vê CHPyê hevalbendiyeke 28ê Sibatê ava kiriye ku li pey xwe rêz kiriye û newêre navê hemûyan bilêv bike. Qaşo wê di vê hilbijartinê de biserkevin û rêveberiya welêt biguherînin û wê herêma me ji krîzan derxe û bike warê gul û çîçekan.”
"Ji bo hilbijartinê hişyar bin"
“Divê em ji gelê xwe re her dem behsa xizmet, polîtîkayên erênî, biryardariya me ya ji bo welatê xwe bixin nava deh ekonomiya cîhanê bikin û bînin bîra wan.
“Divê em ji bîr nekin ku ew mijarên car caran em girîngiyê nadinê, em naxwazin asta xwe daxin xwarê, ji nedîtî ve tên li ber lingê me dibe asteng. Divê em her derewan bi rastiyan bifetisînin, her spekulasyonê yekser têk bibin.
“Bi navenda me ya giştî, bi koma me, bi rêxistinên me, bi wezaretên me di van mijaran de divê em hişyar bin.” (AS/FD)