Bekir Pakdemirli - Vahit Kirişçi
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bekir Pakdemirliyî ji Wezîrtiya Çandinî û Daristanan "efûya xwe xwestiye" û Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî ev daxwaz qebûl kiriye. Li şûna Pakdemirliyî Vahit Kirişçi bûye Wezîrê Çandinî û Daristanan.
Biryara Serokomariyê di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin:
“Li şûna Bekir Pakdemirliyê ku efûya xwe ji wezîfeyê xwestiye, Vahit Kirişçi li gorî xala 104 û 106an a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê, Vahit Kirişçi tayînî Wezareta Çandinî û Daristanan bûye.”
Derbarê Vahit Kirişciyî de
Di serdema 22 û 23yan parlamenterî kiriye. Ji Edeneyê hatiye hilbijartin. Dersdarê zanîngehê ye.
Di 4ê Kanûna Pêşiyê ya 1960î de li Mereşê jidayik bûye. Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê qedandiye. Lîsansa xwe ya bilind li heman fakulteyê di Enstîtuya Zanistên Teknîkî de, doktoraya xwe li Zanîngeha Cranfieldê ya Ingilîstanê qedandiye.
Li Wezareta Çandinî û Daristanan weke karmendekî teknîkê kar kiriye. Li Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê ders dane.
Di sala 1995î de bûye doçent û di sala 2001ê de jî bûye profesor. Di serdema 22yan de li ser navê AKPyê li Edeneyê ketiye hilbijartinan û bûye parlamenter. Di heman serdemê de bûye Endamê Komîsyona Parlamentoyê ya Tevlihev a Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û weke wekîlê serokî kar kiriye. Li Komîsyona Çandinî, Daristan û Karûbarên Gundan a Parlamentoyê serokatî kiriye û di serdama 23yan de jî heman wezîfe kiriye. (TP/FD)