Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî ankera şîrketa Lêkolînê ya Metropollê, "ger vê yekşemê hilbijartin pêk bê" û dengên kesên hîna biryar nedane li ser partiyan were belavkirin, wê AKP ji sedî 32,2; CHP ji sedî 27,1; IYI Parti ji sedî 13,1; HDP ji sedî 12,0; MHP ji sedî 7,0; DEVA ji sedî 2,9; SP ji sedî 2,6; Memleket ji sedî 1,2; Yeniden Refah ji sedî 0,9; yên din jî ji sedî 1,1 dengan bidest bixin.
Şîrketê di navbera 12- 17ê Sibatê de li 28 bajaran bi hezar û 535 kesan re hevdîtin kirine û li gorî van hevdîtinan, rêkevtina Desthilatê ango "Cumhur" wê li ser hev (AKP+MHP) ji sedî 39,2 dengan bidest bixe. Rêkevtina "Millet" (CHP+IYI Parti+Saadet) li ser hev ji sedî 42,8 dengan bidest dixe.
Li gorî van encaman, ger vê şemiyê hilbijartinek pêk were, ne rêkevtina desthilatê ne jî ya mixalefetê nikarin, posta Serokomariyê di dora yekem de bi dest bixin. Bu sonuçlarla, iktidar bloku da muhalefet bloku da bu pazar seçim olsa Cumhurbaşkanlığı'nı birinci turda alamıyor. Di rêya bidawîkirina Sîstema Hikûmeta Serokomariyê û avakirina sîstema nû de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hîna hêza sereke ye. (AEK/FD)