* Fotograf: Muhammed Yaylalı - Ankara / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Raportorê Daimî yê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sánchez Amorî piştî serdana xwe ya Enqereyê, li Delegasyona Yekîtiya Ewropayê civînek li dar xistiye.
Raportorî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku e wê di 28ê Sibatê de rapora xwe ya salê ya derbarê Tirkiyeyê de pêşkêşî Komîsyona Karûbarên derve ya PEyê bike û ji bo amadekariya vê raporê, hatiye li Tirkiyeyê bi rayedaran re hevdîtin kiriye.
Amorî gotiye ku Tirkiye di bicihkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaşî de dilsar e û ev jî nêrîneke neyênî li ser Tirkiyeyê çêdike. Raportor Amorî di dewama axavtina xwe de destnîşan kiriye ku ne rast e ji bo şîroveyên YEyê yên derbarê van dozan de weke midaxeleya li daraza Tirkiyeyê, were nirxandi.
Raportorê Daimî yê PEyê ji bo amadekariya rapora xwe ya salê di navbera 20-25ê Sibatê de serdana Tirkiyeyê kiribû. Bi rayedarên Hikûmetê, Parlamento, saziyên fikr û ramanê, rayedarên payebilind ên rêxistinîn navnetewî û nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl re civiya bû.
Sánchez Amor di 21ê Sibatê de beşdarî danişîna Osman Kavalayî bûbû, serdana xwendekar û dersdarên Zanîngeha Bogaziçiyê kiribû. Her weha hevdîtin bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem İmamoğlu û Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş re civiyabû. (AS/FD)