Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) îro bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” derketiye pêşberî heyeta dadgehê.
Turkdogan li 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatiye dadgehkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevseroka Giştî ya IHDyê Eren Keskîn, nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî dadgehkirina Ozturk Turkdoganî bûne.
“Divê ev bêhiqûqî bidawî bibe”
Piştî diyarkirina nasnameyê, Turkdogan axiviye û wiha gotiye:
“IHD, rêxistineke civaka demokratîk e û her dem di nava saziyên civaka sivîl de cih girtiye. Bi vê doza ku li dijî hatiye vekirin re dixwazin mafparêz, komeleya me û min çavtirsandî bikin. Ez dibêm, Wezareta Kar û Barên Navxweyî ev doz li min vekiriye.
“Ez mafparêz im. Xebatên min ên qanûnî û demokratîk di îdianameyê de bûne hincet. Ez ê di xebatên mafparêziyê de dewam bikim. Divê ev bêhiqûqî bidawî bibe.”
“Îdianame ne qanûnî ye”
Parêzer Kerem Altiparmakî gotiye ku divê îdianame neyê qebûlkirin: “Bi qebûlkirina îdianameyê re mafê miwekilê me hatiye binpêkirin. Îdîanameya ku hatiye amadekirin ne qanûnî ye, divê miwekilê me demildest beraet bike.”
Keskîn: Elinizde bir kanıt var mı?
Parêzer û Hevseroka Giştî ya IHDyê Eren Keskîn jî wiha axiviye: “Me, parêzeran ti demê ji hêla parastinê ve xwe neçar his nekiribû. Me ji bo vê dozê amadekarî kir û em hatin û hûn me bi tiştekî nahesibînin. Biryara ku we îro da, aşkere binpêkirina mafê parastinê ye. Gotina Wezareta Kar û Barên Navxweyî ya gotibû ‘Em bikin daraz wê paşê were’ her tiştî vedibêje. Tirkiye peymanên navnetewî îmze kirine û hemû peymanên navnetewî binpê dike.
“Em di vê dadgehkirinê de hewl didin bibêjin ku mafparêz ne endamê rêxistina çekdar e. Em mafparêz in, gelo ti delîl li ber destê we heye ku endamê rêxistina çekdar e? Ev binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye, em di hiqûqa navxweyî de daxwaza beraetê dikin.”
Piştî axavtina parêzeran heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kir û got ku wê qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê ya Turkdoganî dewam bike. Dadgehkirin wê 19ê Nîsana 2022yê dewam bike. (AS/FD)