Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li dijî avahiya HDPê ya Yuregîr, Navçeya Navendî ya Edeneyê êrişa çekdarî pêk hatiye.
Êriş ji aliyê kes an kesên nasnameya wan nediyar ve pêk hatiye. Her weha teqemenî avêtine şaneşîna avahiyê û agir bi avahiyê ketiye.
Welatiyên ku li derdorê bûne gîhaştine cihê bûyerê û agir vemirandine. Piştre HDPyî hatine avahiya navçeyê û polîs ji bûyerê agahdar kirine.
Rêxistina Bajarê Edeneyê ya HDPê li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kiriye û gotiye:
“Bi çek û teqemeniyê li dijî avahiya me ya navçeya Yuregîrê êriş pêk hat. Ji ber kû êrîş zû hat ferqkirin agir hat vemirandin û niha tîmên lêkolîna li cihê bûyerê di avahiya me de ne. Em ê derbarê êrîşê de sibê daxuyaniyê bidin.”(TP/AY)