Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya ji Taqîkirinê re Na, ji bo Reşbeleka Rêgeznameya Taqîkirina Ajalan were guhertin, li ser malpera change.org-ê kampanyayek daye destpêkirin. Komele dixwaze, bi hemû aliyên peywendîdar re qanûn were guhertin.
Komeleyê diyar kiriye ku di sala 2021ê de gelek xalên Qanûna Parastina Ajalan a hejmar 5199ê hatin eguhertin. Tevlî xala taqîkirina ajalan gelek guhertinên pêk hatin, hêvî şikenandin.
Di daxuyaniyê de Komeleyê bal kişandiye ser pêvajoya guhertina qanûnê ya sala 2014an û diyar kiriye ku, “Wê demê gotibûn ‘taqîkirina ajalên li kolanan û li stargehan nabe bi ti awayî pêk were’ û di dewama wê de jî gotibûn, ‘wê îstîsna ji bo vî tiştî nebe’. Lê ev guhertin pêk nehat.
“Me ji guhertina 2021ê hêvî dikir ku careke din wan gotinan bixin nav reşbelekê lê ev nekirin.”
Di dewama daxuyaniya Komeleyê de hatiye gotin ku Wezareta Çandinî û Daristanan di Kanûna Paşiyê ya 2022yê de, reşbeleka Rêgeznameya Derbarê Usûl û Esasên Karkirinê yên Desteyên Etîka Taqîkirina Ajalan de amade kiriye û Komeleya Parastin Rizgarkirin û Xwedîkirina Ajalan (HAYKURDER) ev reşbelek aşkere kiriye. Lê di vê de jî şandina ajalên li kolanan û li stargehan a ji bo laboratûaran, qedexe nekirine.
Endamên HADMEKê guhertine
Li gorî daxuyaniya Komeleya ji Taqîkirinê re Na, di reşbelekê de diyar bûye ku nûnerên Yekîtiya Beytarên Tirkan, Yekîtiya Doktorên Tirkan û komeleya ji bo parastina ajalan kar dikin ji Desteya Etîkê ya Navendî ya Taqîkirina Ajalan (HADMEK) derxistine. HADMEK, ew saziye ku mijara taqîkirina ajalan kontrol dike û saz dike û erka wê ya di vê mijarê de zêde ye:
“Li gorî hûrgiliyên ku HAYKURDERê aşkere kirine, Wezaret bi vê rêgeznameyê re, wê guhertinên esasî di HADMEKê de pêk bîne û digel hemû îtirazên ajalparêzan, wê Komeleya Zanista Ajalên Laboratûaran di desteyê de bicih bike ku ev komele ajalan ji bo taqîkirinê xwedî dike.”
Ji roja ku HAYKURDERê daxuyanî daye heta niha Wezaretê ne bi erênî ne jî bi neyênî daxuyanî nedaye. (TP/FD)
Ji bo kampanyayê îmze bike, bitikîne