Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Amadekar a Parlamentoyê, rapora xwe ya derbarê ya derbarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, Semra Guzelê de ji Komîsyona Têkel a Dadgeha Destûrî-Edaletê ya Parlamentoyê re şandiye.
Komîsyonê daxwaza rakirina parêzbendiya Guzelê kiriye. Parlamenterê HDPyê Mehmet Ruştu Tiryakiyî, di Komîsyona Amadekar de li dijî daxwaza rakirina parêzbendiya Guzelê derketiye.
Komîsyona Têkel piştî nîqaş li ser rapor û şerha Tiryakiyî kiriye, daxwazname ji Semra Guzelê re şandiye ku xwe bi devkî û nivîskî biparêze. Komîsyonê ji Güzelê xwestiye ku di nava hefteyekê de parêznameya xwe amade bike. Endamên Komîsyonê wê di 17ê Sibatê de bicivin û biryara xwe bidin.
Çi bûbû?
Volkan Bora, endamê PKKê di sala 2017an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirk ve di encama operasyonekî hewayî de hatibû kuştin. Di encama lêkolîna telefona Volkan Borayî de wêneyên Semra Guzelê û Bora yên bi hev re kişandibû di telefonê de derketibû. Ev wêneyana bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Dema ew wêne li ser çapemenîya nêzê hikûmeta desthilatdar belav bûbû, Serokê Giştîyê AKPê û Serokkomar Erdogan daxûyanîyek dabû. Erdogan gotibû “Me ev mijar yekser ji Komîsyona Têkel re şand. Ew ê çi hewce be bê kirin. Em naxwazin kesên wiha di Meclîsa xwe da bibînin”.
Guzel jî goti ku, Bora “dergistîyê” wê bû ye û ew wêne jî “di Dema Çaresarîyê de hatine kişandin”. Dema ew wêne hatine kişandin tu têkilîyê wê bi partîyên sîyasî re tune bû ye û ji bo ew wêneyên li ser Bora hatine dîtin di derheqî wê de tu lêkolin nehatine vekirin. Guzel berdewam kir û got, ew wêneyên ku 5 sal berê hatine ditîn, îro wek “kemînek” ji bo wê tên bikaranîn.
Li ser van wêneyan di derbarê Guzelê de ji bo ku parêzbendîya wê bê rakirin fezleke hat amade kirin. Fezleke ji Komîsyana Têkela Meclîsê re hatibû şandin.
Komîsyon duh (20ê Kanûna Paşiyê) civîya. Lê berî ku Komîsyon bicive Meral Akşenera Seroka Giştîya Îyî Partîyê û Ozgur Ozelê Cihgirê Koma CHPê daxûyanî dan û gotin ew ê ji bo fezlekeyê denge “Erê” bikarbînin.
Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî 1336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya niha tu daxuyani ji aliyê serokatiya meclîsê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede di derheqê parlamenterên CHP û HDPê de ne, di derheqê parlamenterên AKP û MHPê de hema bêje qet fezleke nîn in. (TP/FD)