Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, beriya çûna xwe ya Ûkraynayê li Balafirxaneya Esenbogayê ya Enqereyê civîneke çapemeniyê pêk aniye.
Erdoganî behsa pirsgirêkên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de derketiye û wiha gotiye: "Em ji nêz ve dişopînin. Em li her deverê dibêjin ku em piştgiriyê didin serwerî û yekbûna axa Ûraynayê.”
Bixwîne - Konseya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê biryara xwe daye
"Em ji bo diyalogê bang li hemû aliyan dikin"
Erdogan axavtina xwe wiha dewam kiriye:
"Em weke welatekî Behra Reş, ji bo li herêmê aştî pêk were, bang li hemû aliyan dikin da ku diyalogê bi hev re deynin û bi aramî tevbigerin.”
Erdoganî diyar kiriye ku wê Serokomarê Îsraîlê Herzog di nîvê meha Adarê de serdana Tirkiyeyê bike.
Serokomar Erdoganî behsa biryara Konseya Ewropayê ya derbarê Osman Kavalayî de kiriye û wiha gotiye: "DMMEyê çi gotiye, Konseya Ewropayê çi gotiye, em li van tiştan nanêrin. Em li bendêne ku rêzê nîşanî dadgehên me bidin. “
Çi bûbû?
Komîteya Wezîrana a Konseya Ewropayê duh derbarê Tirkiyeyê de biryarek dabû. Ji ber ku Tirkiyeyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Osman Kavalayî de pêk neaniye, biryar dabû ku ji bo Tirkiyeyê ‘pêvajoya binpêkirinan” bide destpêkirin. DMMEyê di biryara xwe de xwestibû ku Osman Kavalayê ji doza Geziyê girtiye, serbest bibe. Komîteya Wezîran, dosyeya Kavalayî şandiye DMMEyê û jê xwestiye ka lê binêre bê Tirkiyeyê xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye yan na.
Dadgehkirina Kavalayî
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (EMK/HA/FD)