Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan duh li Koşka Beştepeyê ya Serokomariyê Serokê Herêma Kurdistanê ya Iraqê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kiriye.
Hevdîtina Erdogan û Barzanî ne li gorî bernameya asayî bûye û piştî balafirên şer, balafirên ên bê mirov (IHA) û yên bombebarkirî (SIHA) yên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) Mexmûr û Şengal bombebaran kirin, pêk hatiye.
Erdogan beriya bi Barzaniyî re bicive duh (2yê Sibatê) axivîbû û derbarê operasyona “Qertelê Zivistanê” ya bi gotina wî “li dijî baregehên PKKyê” pêk hatiye de hin zanyarî dabûn.
Erdoganî ev daxuyanî di Civata Giştî ya Konfederasyona Karsazên Ciwan ên Tirkiyeyê (TUGIK)ê de dabû û diyar kiribû ku li sê cihên cida operasyon pêk hatine: “Em ketin kunên wan, em ê dîsa bikevinê. Nikarîbûn kunên revê ji xwe re bibînin.”
Wezareta Berevaniya Netewî daxuyanî daye medyayê û gotiye ku li Rojava û Herêma Kurdistanê “balafirên şer, HIK, IHA/SIHAyan di heman demê de nêzîkî 80 cih bombe kirine.”
Di heman daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku balafirên şer ên ji 6 baregehên cida firiyane, her weha balafirên tankêr, tevlî balafira Kontrolê ya Îxbarkirinê ya Asmanî (HIKA) û IHA/SIHAyan di vê operasyonê da cih girtine.
Li gorî zanyariya ku Wezaretê daye, Wezîr Hûlûsî Akarî operasyon birêve biriye.
Sivîl hatine kuştin
Erdogan û Akarî di daxuyaniyên xwe de behsa kuştina sivîlan nekirine. Lê li gorî zanyariyên ku ji herêmên hatine, sivîl bûne hedefa bombeyan û di encama bombebaranan de sivîl hatine kuştin.
Di nûçeyan de hatiye diyarkirin ku li Rojavayê roja 2yê Sibatê hêzên bejayî, bi obûs û hawanan êrîşî Gundê Eyndîwerê yê Dêrika Hemkoyî, balafirên şer jî 1ê Sibatê Dêrika Hemko û li nava xaka Herêma Kurdistanê jî Şengala ku ji ber komkujiya DAIŞê rizgar bûye û Mexmûra di bin kontrola NYyê de ye, bombebaran kirine.
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê 2 sivîl mirine
Heman nûçeyan diyar kiriye ku 1ê Sibatê di saetên şevê de, li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê balafirên şer êrîş pêk aniye. DYA û hikûmeta Iraqê qada asmanî ya vê herêmê kontrol dikin. Di encama êrîşê de 2 pasevanên kampê mirine.
Balafirên şer di heman demê de li Şengalê jî êrîş birine ser gundê Geliyê Kersê, Barê, Çiyayê Şengalê, Şîlo, Kurs û Çilmîrayê. Balafiran 45 êrîş li dijî van herêman pêk anîne û 21 herêm bombebaran kirine. Li Şengalê 3 sivîl mirine.
Balafirên şer roja 1ê Sibatê her weha êrîşî Dêrîka Hemkoyî kirine. Li vir jî 4 endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) mirine, 5 sivîl jî birîndar bûne.
Di heman demê de TSK û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) bi hawanan êrîşî gundê Şêx Îsayê yê Şehbayê kirine ku Rûsya qada asmanî ya vê herêmê kontrol dike. Di encama bombebaranê de ziyana madî pêk hatiye.
Hevserokê Meclîsa Sinûnê: Dixwazin Êzidiyan ji Şengalê derxin
Xwedêda Eliyas, Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê ya bi ser Şengalê ve ye bi rojnameger Zeynep Dûrgûtê re axiviye. Li gorî nûçeya ku li Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin, Eliyasî behsa peymana 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2020î di navbera PDK û hikûmeta Iraqê de pêk hatiye kiriye û wiha gotiye ku têkiliya hemû êrîşan bi wê peymanê re heye.
Eliyasî diyar kiriye ku “Dixwazin ku Şengalê ji êzidiyan vala bikin û berjewendiyên xwe yên siyasî li herêmê bidomînin."
Li Şengalê xwendekarên êzidî, li bajarên Atîna, Kopenhag, Helsînkî û Kolnê jî berdevkên Navendên Çand û Ciwanan ên Kurdan êrîş protesto kirine. (AEK/FD)