Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îro biryar daye ku biryara rakirina parêzbendiya 40 parlamenterên Partiya Dad û Geşepêdanê (HDP), li dijî Destûra Bingehîn e û mafê wan ê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Dadgehê beriya niha jî bi heman rengî biryarek dabû.
Tirkiye bi cezayê pereyan hatiye cezakirin
Parêzer Ramazan Demîr ê ku li DMMEyê wekîlê Demîrtaşî ye wiha nivîsiye: “DMME, biryara xwe ya derbarê rakirina parêzbendiya 40 parlamenterên HDPyî de aşkere kiriye.”
AİHM, HDP’li 40 milletvekilinin dokunulmazlıklarının kaldırılması ile ilgili ihlal kararını açıkladı. Muhalefetin de koşa koşa ortak olduğu ve Kürt siyasi hareketine karşı anayasa da açıkça çiğnenerek işlenen suçlarda son perde de bu şekilde kapanmış oldu.
— Ramazan Demir (@ramazandmr) February 1, 2022
DMMEyê her weha ji bo her parlamenterî Tirkiye bi 5 hezar euro cezayê pereyan ceza kiriye. Tirkiye wê mesrefa dadgehê jî bide. Li gorî vê encamê Tirkiye bi 200 hezar euro cezayê pereyan hatiye cezakirin.
Di sala 2016an de Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) xwestibû Destûra Bingehîn biguherîne û Partiya Gel a Komarî (CHP) jî piştgirî dabû. Bi vê guhertinê re parêzbendiya parlamenterên HDPyî rakiribûn û dest bi dadgehkirina wan kiribûn.
"Azadiya xwîfadekirinê hatiye binpêkirin"
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê ji bo guhertina navborî wiha gotibû: “Her çend li dijî Destûra Bingehîn be jî em ê jê re bibêjin ‘erê’.”
Mahsûnî Karaman, yek ji parêzerên Demîrtaşî jî derbarê biryara DMMEyê de wiha nivîsiye: “Ji ber ku di 20ê Gulana 2016an de parêzbendiya 40 parlamenterên HDPyî hate rakirin û ew hatine dadgehkirin, DMMEyî îro bi biryara Encu/Tirkiyeyê, diyar kir uk mafê wan ê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.”
Any 83/2’ye göre m.vekili:
— Mahsuni Karaman (@av_mkaraman) February 1, 2022
-tutulamaz
-sorgulanamaz,
-tutuklanamaz,
-yargılanamaz.
Anayası ihlal edip Hdp’li vekilleri tuttular, sorguladılar, tutukladılar ve yargıladılar; yargılamaya devam ediyorlar.
Aihm kararı, yapılan tüm bu işlemlerin yok hükmünde olduğunun tespitidir. pic.twitter.com/DwhcS4UC3L
DMMEyê ji bo Demîrtaşî heman biryar dabû
Beşa Mezin a DMMeyê beriya niha ji bo Selahattîn Demîrtaşî jî bi heman rengî biryarek dabû û gotibû ku mafê “azadiya xweîfadekirinê”, “azadî û ewlehiyê” û yê “hilbijartina azad” li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin.
Tirkiye yek ji wan welatan e ku PMME îmze kiriye. Ji ber wê ye jî neçar e vn biryara pêk bîne. (EMK/FD)