Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çend roj berê Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî di gotareke xwe de gotibû, “Yê li Edîrneyê wê hesabê mezin bide Îmraliyê.”
Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşî bersiva pirsên Yûsûf Ozdemîrî, nûçegîhanê Rojnameya Yeni Yaşamê daye. Demîrtaşî gotiye: “Wê gavê tecîdî rakin. Bila Ocalan biaxive.”
Demîrtaşî di hevpeyvînê de gotiye, ew gotin ne bi niyeteke baş hatine gotin lê ji ber ku Erdogan e yê ew tişt gotine, ne tiştekî deradetî ye:
“Lewre dixwaze nêrînekî ava bike. Dema em li helwesta Erdoganî ya di dema pêvajoya çareseriyê û liv û tevgerên wî yên li baremberî me û hemû dînamîkên kurdan dinêrin, wê were dîtin ku ev daxuyanî ne bi niyeteke baş hatiye dayîn.
“Armanceke din jî ew e ku dixwaze serê kurdan tevlihev bike ku ev jî şaş e û ti cihekî wê nîne.
“Tişta ku derbarê gotinên Erdoganî de divê bê pirsîn ev e: Hûn ji ku dizanin bê ka Birêz Ocalanê bi salan e hûn di bin tecrîdê de digirin, çi dibêje? Wê gavê tecrîdê rakin, bila Ocalan bi parêzerên xwe û malbata xwe re bi rêk û pêk hevdîtinan bike, em hemû bi hev re bibînin bê ka çi dibêje. Ne helwesteke exlaqî ye ku mirov him tecrîdeke giran bisepîne û him jî weke Serokomarekî li ser navê Ocalanî biaxive."
Çi bûbû?
Erdogan roja 12yê Kanûna Paşiyê di dema civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de wiha gotibû:
“Yê li Edîrneyê wê hesabê herî mezin bide yê li Îmraliyê. Ji wan tê ku her tişt niha weke biharê ye. Na. Di nava wan de jî hesabpirsîneke cida heye. Û wê vî hesabî ji hev bipirsin." (TP/FD)