Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di komcivîna heftane ya di meclîsê de rojev nirxandiye.
Bûldanê gotiye, “Heta AKP-MHP, Erdogan û Bahçelî nece pirsgirêkên aborî çareser nabe û li vî welatî aramî çênabe.”
Bûldanê derbarê amadekariyên hilbijartinê de jî weha gotiye,:
“Em ê di hilbijartina ewil de herduyan bişîne. Wê demê li vî welatî dê aramî jî çêbibe. HDP ji bo vê guherîn û veguherînê biser bixe heye. Bila ji bo astengkirin û sekinandina HDPê hewl bidin. Em ê tevî gelên xwe bi biryardarî û bi rengekî herî xurt rêya xwe bidomînin."
“HDP cihê têkoşîna demokratîk e”
Buldanê destnîşan kiriye û gotiye, “Xala ku HDP lê radiweste; zemîna siyaseta demokratîk e. Hûn nikarî HDPê bi çek, tundî û pevçûnan ve girê bidin û di wêneyekî wiha de cih bidiyê. Em ji vir carek din bang li navendên derewan dikin ku bi îftirayan dixwazin partiya me îlegalîze bikin. HDP ji bo diyalog û muzakereyê li qadan e. Zemîna çareseriya demokratîk û aştiyê ye.”
“Em axavtinên wan yên ji bo Imraliyê jidil nabînin”
Bûldanê li ser daxuyaniya Erdogan a derbarê Îmraliyê de jî wiha gotiye: “Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî rêbaza li ser diyalog û muzakereyê rêbaza rêya çareseriyê ye. Em ê heta dawiyê piştevaniya hevdîtinên li Îmraliyê bi riya diyalogê werin birêvêbirin bikin. Lê belê ew kesên li aliyekî tecrîda girankirî disepînin û li aliyekî jî qala Îmraliyê dikin jidil nabînin. Li aliyekî hevalên me ku siyaseta demokratîk dikin
Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Îdrîs Balûken, Gultan Kişanak û hemû hevalên me din girtî ne û li aliyê din jî li Îmraliyê tecrîdek girankirî di dewrê de ye. Em nîqaşên li ser vê rewşê rast nabînin. Em gotinên Erdogan ên li ser hevalên me siyasetmedar û Îmraliyê qebûl nakin. Bila her kes vê yekê baş bizanibe. Em ji bo avakirina zemînek çareseriya demokratîk, muzakereya demokratîk û aştiyek bi rûmet heta dawiyê bi biryardar in.”
“Hevpeymana me îradeya gel ya li dijî qeyûm e”
"Li vir ji me pirsa hevpeymanên me dikin, ka em aşkere bikin. Hevpeymanên me; Karkerên di konê grevê de ne xaltîka Zehra ya îşportacî ye ku aboriyê ji her wezîrekî aboriyê baştir dizan e.
"Hevpeymana me hevrêyên me yên ciwan in ku ji bo birayê xwe Enes Kara çûn Taksîmê û li dijî destwerdana polîsan li ber xwe dan.
"Hevpeymanên me; Ji bo jinên her roj tên kuştin ew jinên ku diçin edliyeyê, kolanan tijî dikin û ji tiştekî natirsin e. Tifaqa me bi milyonan e ku aştiyê dixwazin.”
"Hevpeymana me vîna gel a li sindoqê li dijî qeyûm e.”
(AS/AY)