Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, îro li Parlamentoyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û behsa pêşketinên demên dawî kiriye.
Olûçî li ser pirsa rojnamegeran ku gotine “We di 17ê Îlonê de Danezana Bangewaziya ji bo Demokrasiyê aşkere kir. HDP wê di 18ê Kanûna Paşiyê de bi pêkhatiyên cida re bicive. Ev rast e gelo?” bi van gotinan bersivandiye:
“Rast e, sibê li Enqereyê wê civînek pêk were. 8 partiyên siyasî û HDP wê beşdarî civînê bibin û li wir wê behsa rojeva Tirkiyeyê bikin. Wê guftûgo li ser pirsgirêkên ku polîtîkayên ekonomiyê bûne sedem û wê çawaniya têkoşîna li dijî pirsgirêkên ku ji ber kêmasiya demokrasiyê derdikevin wê were nîqaşkirin.
“Helbet parçeyeke vê guftûgoyê wê ew hilbijartin be ku divê di sala 2023yan de pêk were. Gotûbêj wê li ser çawaniya helwesta di hilbijartinan de bê kirin. Piştî dê qey, bi beşdariya hemû partiyan daxuyaniyeke hevbeş wê pêk were. Qet nebe wê ew zanyarî bên dayîn ku bê ka pêvajo çawa wê birêve biçe.”
Partiyên ji derveyî parlamentoyê ne
Olûçî diyar kiriye ku “8 partî û wê HDP beşdarî vê civînê bibe. Dibe ku ez yekê ji van kêm bibêjim, ev jî wê şaş bi, ji ber wê ez li vir lîsteyê aşkere nekim. Partiyên ku li Parlamentoyê komên wan hene, ne têde ne. Partiyên ji derveyî Parlamentoyê ne.”
Li gorî zanyariyan wê HDP bi nûnerên TÎP, SMF, EMEP, TOP, Partiya Çep, Halkevleri, EHP û TKPyê re bicive. Civîn wê di bin “Hevbendiya Demokrasiyê” de wê pêk were. Îro partiya Çep daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku “ji ber sînor û naveroka wê nediyar e, ew ê nebin parçeye ji vê xebata bi navê hevbendiya demokrasiyê.” (AS/FD)