Fotograf: Akademîsyenên Aştîxwaz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên Aştîxwaz di salvegera 6an a daxuyaniya xwe ya Em ê nebin şirîkê vê sûcî” de, civîneke çapemeniyê pêk anîye. Akademîsyenan gotiye, “Em ê bi berdewamî aştî û azadiya akademîk biparêzin. KHK wê biçin em ê vegerin.”
Bixwîne - "Biryarên Komîsyona Rewşa Awarte nayên qebûlkirin"
Akademîsyenên Aştîxwaz li avahiya Şaxa 6an Egitim-Sena Stenbolê civîna xwe pêk aniye. Akademîsyenan di civînê de behsa biryarên Komîsyona Rewşa Awarte kiriye ku daxwazên vegera wezîfeyê ya akademîsyenan qebûl nekiriye:
“Em biryarên redkirinê yên Komîsyona Rewşa Awarte red dikin ku li gorî Destûra Bingehîn sûc e. Em careke din ji raya giştî re dibêjin ku, ji bo mafên me yên dest danîne ser bi şûn de bistînin, ji bo civak xweza û aştiyê zanyariyan zêde bikin, zanîngeheke xweset-demokratîk azad ava bikin, em têkoşîna xwe dewam dikin.”
Akademîsyenên Aştîxwaz diyar kiriye ku ew ê giliyê Komîsyonê bikin.
Akademîsyenên Aştîxwaz
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
Dadgeha Qanûna Bingehîn di 26ê Tîrmeha 2019ê de biryar dabû ku mafê akademîsyenên aştîxwaz hatiye binpêkirin.