Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewrepest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê axiviye. Bahçeliyî weke hefteya borî, vê hefteyê jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji xwe re kiriye hedef.
Bahçeliyê ku gotiye "Em li TBMMyê terorîstan naxwazin” wiha dewam kiriye: "Tehemila me nîne HDPya mirovan ji rêxistina terorê re dicivîne bi tenê saniyeyekê jî di nava jiyana demokrasî û siyasî ya tirkan de bibînin. Em li bendê ne ku Dadgeha Destûrî wezîfeya wxe bike. Wê hevaltiyê bi wan xayinan re bikin ku guleyan bera Mehmetçikên me didin, paşê jî wê werin hemberî me û bêyî fedî bikin wan gotinên xwe yên jiberkirî yên behsa demokrasî, azadî, mafên mirovan û aştiyê dikin rêz bikin. Ev çi tiştekî rezîl e, rûşiştî ye.”
Bixwîne - Serokê Meclîsê Şentop: "Divê parêzbendiya Semra Guzelê bê rakirin"
"Bila parêzbendiya Guzelê were rakirin"
Bahçeliyî behsa fezlekeya ku ji bo Parlamentera HDPyê Semra Guzelê hatiye amadekerin jî kiriye û wiha gotiye: "Divê parêzbendiya wê were rakirin. Hezkirên terorîstan li korîdorên Meclîsê ne.”
Devlet Bahçeliyî ji bo Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî jî wiha gotiye: "Bi rêveberên DIAYDERê re civiyaye yan na?”
Bahçeliyê her weha daxwaza girtine Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) kiriye û wiha gotiye: "Ne îro be wê kengî Yekîtiya Doktorên Tirkan were girtin?” (TP/FD)