Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Serokê Meclîsê Şentop derbarê wêneya Semra Guzel, Parlamentera HDPê ya bi Volkan Borayî re ye axivîye û gotiye, "divê parêzbendiya Guzelê bê rakirin." Piştî ku wêne ji aliyê Ceyhun Bozkurtî yê nûçegihanê Super Haber-ê hatiye weşandin çapemeniya nêzîkî desthilatê Guzel kiriye armanc û êrîşî Guzelê kiriye.
Guzelê jî bersivê van îdiayan daye û gotiye, "Min û Volkan Bora li zanîngehê hev du nas kir û me di nav malbatan de qewl birî. Lê ji ber zextan Volkan Bora neçar ma ku derkeve derveyî welêt. Heya 2014 min nekarî ew bibînim lê bi saya hewaya erênî ya pêvajoya aşîtiyê di 2014ê de ez gihaştim wî û wêne jî wê demê hatin kişandin." Güzel ragihandiye ku di wê demê de tu têkiliya wê bi partiyeke siyasî re tunebûye û awayekî fermi di nav HDPê de cih negirtiye.
Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî 1336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya aniha tu daxuyani ji aliyê serokatiya meclîsê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede di derheqê parlamenterên CHP û HDPê de ne, di derheqê parlamenterên AKP û MHPê de hema bêje qet fezleke nîn in.
(AEK/OP/AY)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye