Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Recep Tayyîp Erdoganî piştî civîna lijneya wezîrcan civîneke çapemeniyê li dar xist.
Erdoganî behsa zêdekirina mehaneyên karmend û malnişînan kir û got ku, wê perwerdeya rû bi rû dewam bike.
Beşa ku Erdoganî behsa mehaneyan kiriye, wiha ye:
"Ti malnişînek wê êdî ji 2 hezar û 500 lîreyî kêmtir mehaneyê nestîne"
"Em ê mehaneyên milyonek û 266 hezar malnişînên xwe yên ku dahata wan a mehane ji hezar û 500 lîreyî destpê dike, derxînin 2 hezar 500 lîreyî. Li gorî sererastkirina nû dê ti malnişînekî/e me êdî ji 2 hezar û 500 lîreyî kêmtir mehaneyê nestîne."
Serokomar Erdoganî di dewama axavtina xwe de wiha pê de çû: "Em rêjeya zêdebûna mehaneyên karmendan jî derxin ji sedî 30,5an û bi vê re, piştgiriyeke din a civakî ji wan re bikin. Me ti welatiyekî xwe di binê barê zêdebûna buhayan de nehişt. Me tedbîrên taybet wergirtin da ku dahatên welatiyên me di bin enflasyonê de neperçiqin."
KESK: Em ne sedeqeyê lê mafê xwe dixwazin
Hevserokê yê Giştî yê KESKê, Mehmet Bozgeyîkî bertek nîşanî van daxuyaniyên Erdoganî daye û diyar kiriye ku wê zêdekirina ji sedî 5 û ji sedî 2,5ê ya li rêjeya enflasyonê zêde kirine, weke "mizgîniyê" aşkere bikin û gotiye, "Zêdebûna bihayê elektrîk û gaza xwezayî hîna di fatoreyan de diyar nebûye."
Bozgeyîkî her weha li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: "Bi milyonan malnişîn dîsa bi birçîbûnê mehkûm kirin."
KESKê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku "Em ne sedeqeyê lê mafê xwe dixwazin."
CHP: Erdoganî ji malnişînan re got “ji birçîna bimirin”
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP), Velî Agbabayî jî derbarê mehaneyên malnişînan de daxuyaniyek daye. Agbabayî ji bo jimara ku Erdoganî aşkere kiriye gotiye ku sînorê birçîbûnê 4 hezar û 13 TL ye û kêmtirîn mehane 4 hezar û 250 TL ye: "Dema me digot bila 'kêmtirîn mehaneya malnişîna biqasî kêmtirîn mehaneyê be' Erdoganî bi vê jimarê, bi rengekî fermî ji malnişînan re got 'ji birçîna bimirin'." (TP/FD)