Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê aşkere kiriye ku ji ber gotinên wê yên di dema dadgehkirina Onûr Gencerê bersûcê kuştina Denîz Poyrazê de, ew ê lêpirsîna Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bikin.
Duh (29ê Kanûna Pêşiyê) li Îzmîrê li 6em Dadgeha Cezayê Giran dadgehkirina Onûr Gencerî destpê kiribû.
Bixwîne - Dadgehê danişîn taloqî 24ê Kanûna Paşiyê kir
Di dema dadgehkirinê de Pervîn Bûldanê rexne li helwesta heyeta dadgehê kiribû û gotibû, “Ev kes bikuj e, vî li Minbicê perwerde bûye. DAIŞî ye. Nabe hûn evqas aram li gel wî biaxivin. Divê hûn wek kesekî bikuj danûstandinê pê re bikin.”
Serdozgeriya Komarî daxuyaniyek weşandiye û tê de wiha gotiye:
"Roja 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê, di dema danişîna doza ku li 6em Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê de, ji ber gotin û liv û tevgerên wê yên heqaretê yên li dijî heyeta dadgehê, wan lêpirsîname ji bo Pervîn Bûldanê, Parlamentera HDPyê ya Stenbolê, daye destpêkirin. Her weha lêpirsînameyeke din ji bo wan kesan hatiye amadekirin ku di dema dadgehkirinê de bêdestûr dîmen girtine û ev ragihandine." (RT/FD)