Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglûyî aşkere kiriye ku navbera Tirkîyê û Ermenîstanê de pêvajoya asayîbûnê wê dewam bike û ji bo vê, wê gavan biavêjin. Çavûşoglûyî her wiha diyar kiriye ku wê nûnerên taybet ên her du welatan li Moskowayê pêk bê.
Çavûşoglûyî wiha gotiye: "Em dixwazin beriya civîna yekem bila temas rû bi rû bibin. Bi tevî serlêdanên her du aliyan divê derbasî temasa rasterast bibin da ku nexşerê diyar bibe. Ev ê jî nişan bide da ku ji bo asayîbûnê kijan gav pêwîst in."
Çavûşoglûyî dîsa ragihandiye ku seferên hewayî yên di navbera Rewan û Stenbolê de jî wê destpê bikin. Wezîr Çavûşoglûyî di dewama axavtina xwe de gotiye ku di sala 2021ê de ji bo mijarên bipirsgirêk yên polîtîkaya derve, gelek gav hatine avêtin.
Li gorî daxuyaniya Çavûşoglûyî, her wiha temasên wan yên xurtkirî, ji bo Mirnişînên Yekîtiya Erebî, Misir û Îsraîlê jî hene û wan bi Fransayê re jî destpê kiriye ku aloziyan kêmtir bikin.
Birêvebirina Balafirgeha Kabîlê
Çavûşoglûyî her wiha diyar kiriye ku wan bi Qeterê re ji bo birêvebirina Balafirgeha Navneteweyî ya Hemid Karzayiyî li hev kiriye û gotiye, dewletên din jî dikarin bibin namzet ji bo birêvebirina balafirgehê. (PT/FD)