Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ebrû Gunay, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) têkildarî mijarên di rojevê de ne civîna çapemeniyê ya heftane pêkanîye.
Gunayê civîn bi yadkirina Prof. Dr. Yucel Yaman ku duh êvarê miriye daye destpêkirin û weha gotiye, “Wendahiyek girînge ji bo civata hiqûqê û têkoşîna mafên mirovan. Ji me re perspektif û ezmûnekî baş ya hiqûqê li pey xwe hîşt. Em sersaxiyê ji civata hiqûqê, malbata wî, heskirî, dost û hevpîşeyên wî re dixwazin.”
Gunayê derbarê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de weha gotiye:
“Girtîgehên welatek awêneya demokrasiyê ya wî welatî ye. Mixabin girtîgehên Tirkiyeyê bûn in navendên mirinê. Bi tenê di hefteya dawî de du girtiyên nexweş di girtîgehan de mirin e.
“Darbestan didin malbatan”
“Halîl Guneş li Girtîgeha Amedê, Abdulrezzak Suyur li Girtîgeha Şakranê mirin û darbestê wan teslîmî malbatên wan hatin kirin.”
“Mafên wan ên dermankirin û tendirustiyê hatin astengkirin. Ew terkî mirinê hatin kirin.”
“Halîl Guneş 29 sal in di girtîgehê de bû û bi tena serê xwe terkî mirinê hat kirin.”
Tedawiya pençeşêra hestiyan didît. Di serî de Ulucanlar li gelek girtîgehan ma. Lê belê Wezareta Dadê ya vî welatî mirin lê ferz kir û lê zilm û îşkence kir.”
Aysel Tûglûkê tehliye bikin”
Gunayê bal kişandiye ser mirina bi guman a Garibe Gezera ku îşkence û tecawiz lê hatibû kirin û wiha berdewam kiriye:
"Garibeyê bi nameyên xwe xwest dengê xwe bide bihîstin lê belê Wezareta Dadê li hember wê ker û lal ma. Gotin întihar e û mohra xwe li bin cinayetekê xistin. Dema mijar dibe kurd ATK raporên cinayetê amade dike. Ev nîşaneya berbiçave ku dema mijar bibe kurd û muhalif, hiqûqa dijminatiyê tê sepandin. Em vê yekê qebûl nakin. Dev ji hiqûqa dijminatiyê berdin. Dev ji pêkanînên li girtîgehên ku vedigerînin cihên mirinê û ji hiqûqa dijminatiyê berdin. Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş tehliye bikin."
“Lireyê Tirk bûye weke pûl”
Gunayê pirsgirêkên aboriyê û bilindbûna pereyên biyanî li hember lîreyê Tirkî nirxandiye û gotiye, “Îro dolar ji 15 TL derbas kir. Ev jî rewşa welat radixe ber çavan. Divê em bipirsin zêdebûna dolar kê dewlemend dike? Zêdebûna dolar kedkar û gel hejar dike. Lîreyê Tirk vediguherînin pûlê û kesên ku desthilat piştgiriyê didin wan dewlemend dibin.”(RT/AY)