Fotograf: Fatîh Aktaş / AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derveyî di hevdîtinên budçeyê yên di meclîsê de derbarê Osman Kavalayî de axiviye. Kavala 1505 roj in li Girtîgeha Silîvriyê girtiye.
Çavûşoglû gotiye me biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) ya ji bo Kavala ku gotibû, “divê demildest were azadkirin” cîbicî kiriye û Kavala di wan dozan de serbest bûye.
Her weha Çavûşoglû destnîşan kiriye, ji bo ku derbarê Kavala de dozên din hene ji girtîgehê derneketiye.
Çavûşoglû weha gotiye,
“Biryarên DMMEyê tenê ji bo Tirkiyeyê ye an ji bo 47 endamên xwe ne? Ji bo hemûyan e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li Fransayê ye, hûn dizanî Fransa çend sale biryaran cîbicî nake? Deh sal in. Norwec, wate welatên Nordîkê ku di demokrasiyê da yên herî zêde li pêş in, hevalno hûn dizanin çend sal in biryara cîbicî nakin? Du sal in. Gelo hûn dizanin çend sal in Elmanyayê cîbicî nekiriye? Pênc sal in.”
"Binêrin, tişta ku em dixwazin bêjin ev e: Dema ku ev hemû welat biryara Dadgeha Mafên Mirovan bi cih naynin, çima Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tenê Tirkiyeyê dike hedef? Ji ber çi? Îtiraza me ev e. Li vir cotstandartî heye, ev siyaset e û dema ku li dijî biryarên ku ev 20 sal in nehatine pêkanîn tevdîr negirin ji bo wan cotstandartî ye ku Tirkiyê bikin hedef û mixabin li wir jî giraniya siyasetê heye.”
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye.
(HA/AY)