Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Nusrettîn Maçîn, Parlamenterê Rihayê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di hevdîtina budçeyê ya meclîsê de axiviye û gotiye, “Em ê siberojê ava bike. Di avakirina Tirkiyeya nû de biratiya gelan û yekitiyê em ê saz bikin. Em ê bi dirûşma demokrasî û aştî ji bo Tirkiyeyê û azadî ji Kurdistanê re bibin desthilatdar.”
Mûstafa Elîtaş, Cîgirê Serokê Koma Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) bertek nîşanî gotinê Maçînî daye û gotiye, “Ew dibêje ji Kurdistanê re azadî. Ew hewl dide Komara Tirkiyeyê parçe bike. Ji kerema xwe re mudaxeleyê wî bikin? Divê ev bê tomarkirin.”
Nusrettîn Maçîn, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji ber gotina “ji Kurdistanê re azadî” bi dûrxistina ji sê civînên Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hatiye cezakirin.
Piştî vê biryarê Maçin nikare beşdarî civînên roja Pêncşem, Înê û Şemiyê yên Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bibe.
(KO/AY)