Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Gel a Komarî (CHP), ji ber ku nirxê lîreyî li beramberî lîreyê tirkan her diçe zêdetir dibe, wê mitîngan li dar bixe û banga “hilbijartina pêşwext a lezgîn” bike.
CHPê wê di 4ê Kanûna Pêşiyê de li Mêrsînê bernameya xwe ya mitîngan bide destpêkirin. Li gorî daxuyaniyên ku rayedarên CHPyê didin, li beramberî ihtimala astengiyan, wan hemû amadekariyên xwe kirine.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê, Ogûz Kaan Saliciyî ji komeke rojnamegeran re gotiye, "Ji bilî astengiya meydanê ti astengiyên din nînin niha. Her ji ku tê bila bê, em li dijî hewldanên provokasyonan tedbîran distînin. Mafê me yê protestokirinê mafekî destûrî ye. Kes nikare mafê me yê civîn û meşa xwepêşandanê, yê protesyoya me asteng bike.”
Li gorî nûçeya DW Tirkiyê, Saliciyî gotiye, “Em ê ji bo hilbijartina pêşwext bang li desthilatê û hevkarê wê yê biçûk bikin. Ji bo ku em dixwazin vê bangê bi gel re bikin û ji bo bi gel re berdewam bikin, me navê “Dengê Gel” li mitîngan kir.”
"Beriya niha destûr dabûn AKPyê"
Saliciyî ji rojnamegeran re diyar kiriye ku ew ê rêxistinên CHPyê yê Mêrsîn, Edene, Hatay, Mereş, Osmaniye, Nîgde, Karaman û Dîlokê piştigiriyê bidin vê bernameyê. Bername wê li Mêrsînê li qadeke 8 hezar metrekare ye pêk were.
Saliciyî destnîşan kiriye ku ji bo mitîngê wan ne bi tenê xwe gîhandiye CHPyiyan her weha wan dawetname şandiye ji hemû gelî re û wiha dewam kiriye: "Di mîtîngê de beriya Serokê Giştî, Kiliçdaroglûyî wê welatî derkevin û behsa pirsgirêkên xwe, bendewariyên wxe bikin. Wê qerebalixiyeke wiha hebe ku Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî li Mêrsînhe nedîtiye.”
Saliciyî bibîr xistiye ku li Qada Komarê ya Mêrsînê destûr nedane CHP mitînga xwe lê çêbike û diyar kiriye ku beriya niha beriya niha destûr dabûn ku Serokomar Erdogan bi navê Serokê Giştî yê AKPyê li wir mitîngekê li dar bixe. (PT/FD)