Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Metîn Gurcan, yek ji damezrênerên Partiya Pêngavê û Demokrasîyê (DEVA), aşkere kiriye ku polîsan bi tohmeta “sîxûrê sîyası ye” ew desteser kirine.
Gurcanî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye û wiha gotiye: “Bi tohmeta sîxûrtiya siyasî ez têm desteserkirin. Polîs li malê ne. Lêgerînê dikin. Ez matmayî me. Ez piştevanîyê ji we dixwazim.”
Partiya DEVAyê daxûyanî daye
Cîgirê Serokê Partîya DEVAyê, Mustafa Yenerogluyî, li ser hesabê Twitterê wiha nivîsiye:
“Bi biryara Dadweriya Aştî û Cezayî ya Bakirkoyê vê sibê saet li derdora 05.00ê de li mala yek ji damezrênerê partîya me, Metîn Gurcanî Begî lêgerîn kirine.
“Li gorî biryara lêgerînê, Metîn Gurcan Beg ji ber lêpirsîneke ku di sala 2020an de Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi tohmeta sîxuriyê daye destpêkirin, hatiye desteserkirin. Zanyarî heye ku ji ber lêpirsîna navborî, hin kesên din jî desteser kirine.
“Niha kontrola tenduristiyê ya Metîn Begî dikin. Bi piştevaniya xwe em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Hevalên me yên parêzer li emniyetê ne, alîkariya hiqûqî ya ya hewce dike, didinê û dema zanyariyên zelaltir derbarê lêpirsînê de bidest bixin, em ê raya giştî agahdar bikin.”
(AS/DD/FD)
*Dara Demiralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye