Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan(HDP) bang li muxalefetê kirîye ku li 7 herêman 7 mîtîngên hevpar çêbikin û banga îstifayê li hikûmetê bikin.
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê girtî yê HDP bi nerazîbûnên gel yên piştî bihayê lîreyê tirkan li beramberî pereyên din kêm bûye re banga li dar xistina mîtîngê ji partiyên mixalefetê kiriye.
Ger îro jî nebe kengî be?
Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medya civakî bang li mixalefetê kiriye ku li 7 herêman 7 mîtîngê hevpar çêbikin. Demîrtaş, ji serokên giştî yên partîyan re wiha gotiye "Qet nebe serokên giştî yên partiyên mûxalefetê yên li parlamentoyê ne dikarin di civîneke çapemeniyê ya hevpar de daxwaza îstifayê li hikûmetê bikin û li heft herêman 7 mîtîngên hevpar lidar bixin û bi gel re demildest daxwaza hilbijartina lezgîn bikin. Ma ji bo vê tu astengiyek heye? Ger îro nebe, kengî be?"
Selahettîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê pê de li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê girtin.
(EMK/DD/AY)
*Dara Demiralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye