* Fotograf: Raşit Aydoğan - Enqere / AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Alî Îhsan Yavûz û Hamza Dag, Cîgirên Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistine û têkildarî mijara hilbijartina pêşwext axivîne.
Yavûz diyar kiriye dema ku em li pêkanînên sîstema parlamenteriyê ya derbasbûyî dinêrin, em dibînin ku ji bo nîqaşkirina Sîstema Serokomariyê ti sedemek nîne.
Her weha Yavûzî têkildarî nîqaşên li ser hilbijartinê jî weha gotiye, “Li Tirkiyeyê ne mimkune ku hilbijartina pêşwext çêbibe. Ma êdî mimkûn e? Ji aliyê teorîk ve her tim mimkun e, lê ji bo ku bibe ti sedemek nîne.”
“Dema hilbijartinê 18ê Hezîrana 2023an ne”
Yavûz di dewama axavtina xwe de weha gotiye, “Hûn çawa dinirxînin binirxînin jixwe ne mimkune ku hilbijartina pêşwex çêbibe. Dê di dema xwe de çêbibe. Dema hilbijartinê 18ê Hezîrana 2023an ne.”(AS/AY)