*Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî rapirsiya li ser sindoqan hatiye kirin, li Bûlgaristanê di dora duyem a hibijartina serokomariyê de, Ruman Radev careke din hatiye hilbijartin.
Rapirsiyên cida cida nîşan dane ku Radevê 58 salî, ji sedî 65ê dengan bidest xistiye.
Rektorê Zanîngeha Sofyayê, Atanas Gerdzhikovê 58 salî ji sedî 32yan deng derxistiye. Partiya GERBê ya rastgirtparêz a Serokwezîrê berê, Boyko Borîsovî, piştgirya Gerdzhikovî kiriye. Ji sedî 3yê dengdaran, deng nedane ti kesî.
Îdiayên derbarê Tirkiyeyê de
Dora yekem a hilbijartina Serokomarî û parlamontoyê, di 14ê Çiriya Paşiyê de pêk hatibû. Wezîrê Karûbarên Hundir ê Bûlgaristanê, Boyko Raşkov, Tirkiye tohmet kiribû ku di dema hilbijartinan de destê xwe xistiye nav karên Bûlgaristanê.
Wezareta Karûbarên Derve ya Bûlgaristanê, di 18ê Çiriya Paşiyê de bang li Balyozê Tirkiyeyê yê li Sofyayê kiriye.
Wezaretê ji balyozê xwestiye ku Tirkiye di dema dora duyem a hilbijartinan de liv û tevgeran neke û mesajên siyasî nede.
DPS, partiya kêmnetewa tirkan li Bûlgaristanê di dema hilbijartina parlamentoyê de zêdetirî 87 hezar deng bidest xistiye.
Hema hema hemû deng ji sindoqên ku li Tirkiyeyê hatine dayîn, derketine ku welatiyên Tirkiyeyê yên di heman demê de pasaportên wan ên Bûlgaristanê jî hene, ev deng dane.
Di meha Tîrmehê de hilbijartina parlamentoyê çêbibû û hijmara dengdaran a wê demê, bi qasî ji 3yan 1ê niha bûye.
Piştî van tohmetan, Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê bang li Balyozê Bûlgaristanê yê li Tirkiyeyê, Anguel Hristov Tcholakovî kiriye û îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê destwerdanê dike, red kiriye. (PT/FD)