Fotograf: Sefa Karacan/AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Belarûsê aşkere kiriye ku kampên penaberan ên li ser sînorê Polonyayê, vala kirine.
Di çend hefteyên dawiyê de 13 penaber li ser sînorî miribûn.
Herî dawî jî roja pêncşemê pitikeke yek salî, malbata wî/ê xwestibû di ser Belarûsê re biçe YEyê, miribû.
Li gorî Navenda Alîkariyê ya Navnetewî ya Polonyayê, malbateke ji Sûriyeyê bû û şeş hefteyan li daristanê asê mabûn. Rayedaran negotiye ku ka bê pitik ji ber çi miriye.
Medyaya dewletê ya Belarûsê nivîsiye ku li şûna penaberan di kampan de “holik, bermahiyên konan, cil û berg û agirên li ber tefînê, mane.”
Polonyayê piştrast kiriye
Parazvanên sînorî yên Polonyayê, zanyariya valakirina kampan piştrast kiriye:
“Kampa li Bruzgiyê ya nêzîkî deriyê sînorî hate valakirin. Belarûsê, biyanî şandiye navenda veguhastin û lojîstîkê ya du sê sed metre dûrî wî cihî.”
Nayê zanîn ku bê ka wê penaber ji vir biçin ku.
Serokê Belarûsê, Lukaşenko dihat tohmetkirin ku krîz derxistiye û wî penaber şandine ser sînorî.
Serokê Belarûsê çend roj berê bi rêya telefonê hevdîtinek li gel Şansolyeya Almanyayê, Angela Merkelê pêk anîbû.
Dihate gotin ku YE cezayê li Belarûsê biriye, wê piştî hilbijartinê dirêj bike. Lê Lukaşenko û Merkelê ji bo gotûbêjan li hev kiribûn.
Di nava axa Belarûsê de 7 hezar penaber hene
Berdevka Serokomariya Belarûsê, Natalya Eysmontê diyar kiriye ku niha li ser axa Belarûsê nêzî 7 hezar penaber hene û di kampa ser sînorê Belarûs-Polonyayê jî nêzî 2 hezar kes dimînin. Eysmontê ragihandiye ku bi qasî 200-300 penaber jî li deverên din ên li ser sînorên Belarûsê dimînin û hêzên leşkerî yên Polonyayê, ew kes jî ber bi Belarûsê va şandine.
Piştî ku penaber nekarîbûn biçin welatên Yekîtiya Ewropayê, beşek ji wan vegeriyane Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Duh (18ê Çiriya Paşiyê) beşek ji van penaberan bi rêya balafiran çûne Hewlêrê. Çav li rêye beşeke din a penaberên li ser sînorê Belarûs û Polonyayê, vegerin Iraq û Herêma Kurdistanê. (PT/FD)