Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP), çûye Navenda Giştî ya IYI Partiyê û li vir bi Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşenerê civiyaye.
Li gel Kiliçdaroglûyî, Wekîlê Serokê Koma CHPyê Engîn Altay, Sekreterê Giştî yê CHPyê Selîn Sayek Boke û Alîkarê Serokê Giştî Ahmet Akin jî beşdarî civînê bûne.
Heyetên her du partiyan bi qasî saetekê civiyane û her du serokan civîneke hevbeş li dar xistiye.
“Hûn nikarin welêt birêve bibin”
Kiliçdaroglûyî gotiye ku divê Tirkiye demildest hilbijartineke pêşwext li dar bixe:
“Heyf e, guneh e. Hûn ji kîjan beşên civakê dipirsin, ji esnaf, cotkar, teqawidbûyî, karmend, karker, erkdarê avahiyan dipirsin, ji her yerê dengê feryadê derdikeve. Her roja ku dereng dimînin, barê wê yê li ser civakê girantir dibe. Bihayê tiştan li ser hev zêde dibe. Em bi nêrîneke siyasî ya ji welatê xwe, mirovên xwe hez dike, ya dixwaze pirsgirêk di demeke kurt çareser bibin, em bang dikin: Hûn nikarin welêt birêve bibin, heyf e, guneh e. Demildest hilbijartinê pêk bînin, bila hikûmete nû ava bibe, bila welêt baş were birêvebirin.”
“Ji bilî hilbijartinê ti çareserî nîne”
Akşenerê jî gotiye ku ew jî weke Kiliçdaroglûyî difikire û ji bo hilbijartineke lezgîn pêk were bang dike:
“Ji bilî hilbijartinê çi çareseriyeke din nîne. Ez ne şaş bim par di Cejna Qurbanê de, dema ku em bi krîzeke mezin, di polîkaya derve de bi polîtîkayeke mezin rû bi rû mabûn, min gotibû maseya welêt kom bike. Nêrînên me werbigire, em weke dewletekê helwesteke hevbeş diyar bikin. Di rastiyê de divê ez îro bangê bikim lê ji ber min ders ji jê rojê derxist, gelek heqaret li min hatin kirin. Êdî em gihîştine ya dawiyê.”
Akşenerê diyar kiriye ku wê rayedarên CHP û IYI Partiyê yên ji berpirsên karên aboriyê ne, wê bicivin û karên hevbeş bikin.
Di vê navberê de duh Serokê Giştî yê AKPyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî wî li avahiya Serokomariyê civiyane. (KÖ/FD)