Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Lutfu Turkkan, Parlamenterê Kocaeliyê yê IYI Partiyê de bi tohmeta ku “heqaret” û “çalakiya bi bandor” kiriye fezleke amade kiriye. Turkkanî ji ber ku li Çewlîgê ji welatiyek re dijûn dabû ji wekîliya serokê komê hatibû girtin.
Di fezlekeya ku ji aliyê Buroya Sûcên Parlamenterî ve amade bûye de hatiye xwestin ku fezlekeya Turkkanî were rakirin û ew bê dadgehkirin.
Dozgeriyê fezlekeya ku hatiye amadekirin şandiye Wezareta Dadê.
Çi bûbû?
Li Çewlîgê welatiyê bi navê Tahîr Gurmen, Meral Akşener, Seroka Giştî a IYI Partiyê bi wê yekê tohbetbar kiribû ku ew bi HDPê re tevdigerin. Li ser berteka Gurmenî Lutfu Turkkan berê wî hembêz dike piştî ku Gurmenî berteka xwe domandiye Turkkanî dijûn lê dabû.
Li ser vê yekê raya giştî û li ser medya civakî bertek li dijî Turkkanî hatibû nişandan. Piştî bertekan Turkkan bi vîdeoyê peyamek belavkiribû û ji raya giştî û partiya xwe lêborîn xwestibû.
Ji ber bertekan bi daxwaza Meral Akşener, Seroka Giştî ya IYI Partiyê Turkkanî ji wekîliya serokê koma partiya xwe îstifa kiribû.(TP/AY)