Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parastina destpêkê ya têkildarî doza girtina HDPê ya ku parêzeran amade kiriye, ji aliyê Dadgeha Destûrî ve ji bo Dadgeha Bilind hatiye şandin. Bekîr Şahîn, Dozgerê Komarî piştî ku parastina destpêkê ya ku ji 173 rûpelan pêk hatiye, lêkolîn bike wê nêrîna xwe di nava mehekê de eşkere bike.
Pêvajoya biryarê
Şahîn nêrîna xwe ya derbarê esasê de wê pêşkeşî Dadgeha Destûrî bike. Piştî vê pêvajoyê rapora ku derbarê esasê de ku raportorê Dadgeha Destûrî wê amade bike, wê li endamên dadgehê were belavkirin.
Dê roja ku ji aliyê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtû Arslan ve hatiye diyarkirin, wê endamên dadgehê bên gel hev û li ser esasa dosyeyê dest bi nîqaşkirina daxwaza girtinê bikin. Heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn a ku ji 15 endaman pêk hatiye, biryara girtinê wê li gorî ji 3yan 2 dengên erê bide.
Çi bûbû?
Dadgeha Bilind di 2ê Adara 2021an de derbarê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de lêkolîn dabû destpêkirin.
Piştre Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 17ê Adara 2021an de bi daxwaza girtina HDPê di Dadgeha Destûrî de doz vekiribû. Dadgeha Destûrî di 31ê Adara 2021an de îddaname qebûl nekiribû û bi şûn ve şandibû Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind.
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 1ê Hezîranê de tevlî bernameya televizyona Haber Globalê bûbû û li ser pirsa îddanameya ku ji bo girtina HDPê hatibû amadekirin ya ji aliye dadgeha destûri ve nehatibû qebûlkirin, gotibû. “Em îddanameyê ji nû ve amade dikin.”(RT/AY)