Fotograf: TMMOB
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
- Bila budceyeke li gorî zayenda civakî were amadekirin û ew budce wekheviyê çêbike.
- Bila Wezareta Jinan were avakirin.
- Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Bila biryara betalkirina Peymana Stenbolê bi şûn de were kişandin.
- Bila Peymana Tacîz û Tundkariyê ya Hejmar 190 a ILOyê were pejirandin.
Yekeyên jinan ên çar rêxistinên ked û pîşeyî, derbarê budceya 2022yan a Wezareta Malbatan û Xizmetguzariya Civakî de daxuyaniyeke hevbeş weşandiye. Jinan daxwazên xwe û xalên li dijî wan derdikevin, di vê daxuyaniyê de diyar kirine.
Komisyona Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK), Koma Xebatê ya Jinan a Yekîtiya Odeyên Muhendis û Mîmaran a Tirkan (TMMOB) û Beşa Tenduristiya Jinan û Doktoriya Jinan a Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB), di daxuyaniya hevbeş de gotine ku, “Di polîtîkayên 2022an a AKPyê de û di budceya wê de jin nînin.”
Nu budceyeke li gorî zayenda civakî ye
Jinan diyar kiriye ku budceya 2022yan ne li gorî zayenda civakî ye:
- Dema em li budceyê dinêrin, em dibînin ku budceya Wezareta Malbatan û Xizmetguzariya Civakî, weke salên borî (beriya 2018an) ji sedî 3,7ê budceya giştî ye.
- Ji sedî 85,37ê budceya ji Wezaretê re hatiye veqetandin wê bidin ji bo alîkariyên Saziya Xizmetguzariya Civakî û Alîkariya Zarokan (SHÇEK) û li gorî Qanûna 2022yan wê mehaneyên extiyaran pê bidin. Ji sedî 10,1 boçûnên xebatkaran e û ji sedî 5ê mayî jî boçûn û transferên sermiyanê ne.
- Dema em li xalên budceyê dinêrin, em dibînin ku bi tenê par ji bo boçûnên xebatkarên Midûriyeta Giştî ya Statuya Jinan hatiye veqetandin.
Jinan daxwaz kirine ku budce demildest bi şûn de were kişandin û budceyeke wekhevîparêz were amadekirin. (KÖ/FD)