Wêne: Ercan Altûntaş
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di Doza Kobaniyê de li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dewam kiriye.
Parlamenterên HDPyê, endam û rêveberên rêxistina HDPyê yên Enqere û navçeyên wê, nûnerên Almanya, DYA, Îtalya, Swêd û Delegasyona YEyê ya Tirkiyeyê danişîn şopandiye.
Bixwîne - Emniyetê derbarê "Çalakiyên DAIŞê" de zanyarî nedaye dadgehê
Heyeta dadgehê li danişînê gotiye ku Lijneya Dadwer û Dozgeran di 4ê Çiriya Paşiyê de biryar daye û Bahtiyar Çolak, Serokê Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a 22yem ji wezîfeyê wergirtiye. Çolak hîna tayînî dereke din nekirine.
Yildiray Kaya, li şûna Çolakî wezîfedar kirine.
Di 21ê Îlonê de, Yildiray Kayayê ku serokatiya demkî ji heyeta dadgehê re dikir, gotibû, testa Çolakî pozîtîf e, ji ber wê nehatiye danişînê.
Bêyî ku Çolak beşdarî dadgehkirinan bibe, heta 23yê Îlonê dadgehkirinê dewam kiribû.
Kaya, serokê demkî yê heyetê, di 18ê Çiriya Pêşiyê de gotibû ku Çolak nexweş e û wê mehek du mehan beşdarî danişînan nebe.
Heyetê îro jî aşkere kiriye ku serokê heyetê ji wezîfeyê dûr xistine.
Parêzerên siyasetmedarên tên dadgehkirin, bertek nîşanî vê biryarê dane.
Parêzer Cahît Kirkazakî gotiye:
Parêzer Cahît Kirkazakî ji heyetê re gotiye, “Hûn bi çi motîvasyonê dixwazin bilez û bez vê darizandinê biqedînin? Hûn fermana Devlet Bahçeliyî, ya Erdoganî, ya Suleyman Soyluyî pêk tînin? (AS/FD)