Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koma Jinan a Hiqûqa Civakî rapora xwe ya bi navê “Binpêkirinên mafan ên di dema çalakiyên Peymana Stenbolê de û necezakirin” bi civîneke çapemeniyê aşkere kiriye.
Civîn li Mor Mekanê pêk hatiye û li vî cihê pankartek hatiye daliqandin ku li ser wê “Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Peymana Stenbolê dide jiyîn” nivîsibû. Gelek parêzer jin beşdarî civînê bûne û parêzer Irmak Bakirê metna hatiye amadekirin, xwendiye.
23 doz vekirine
Bakirê derbarê midaxeleyên li çalakiyên Peymana Stenbolê yên li Enqereyê bûne de ev zanyarî dane:
- Em dibînin ku di navbera 5ê Tebaxa 2020an û 1ê Tîrmeha 2021an de, jin dixwazin li Enqere/Kizilay/Sakaryayê, li ser hev li kolanan 18 çalakiyan pêk bînin. Du ji van, civînên çapemeniyê ne ku li dijî dozên ji ber Peymana Stenbolê li jinan vebûne, jinan xwestine li ber edliyeyê pêk bînin.
- Polîsan di 8 çalakiyan de tundkarî li jinan û LGBTI+yan kirine û gaz bera ser wan dane.
- Ji 8 çalakiyan di 7an de polîsan azadiya jinan jî sînordar kiriye û 106 jin desteser kirine.
- Du jin ji ber pankart û tweetan hatine desteserkirin. Di vê demê de li ser hev 108 jin desteser bûne.
- Ji ber beşdarî Meşên Rûmetê bûne, 5 doz li xwendekaran vekirine û lêpirsînek dewam dike.
- Jin bi slogana “Jinan na kuştinan asteng bikin” ber bi Qada Barbarosê ve meşiyane. Polîsan piştî civîvna li vir, 8 jin desteser kiriye.
- Jin bi bangewaziya Koma Kampanyayê ya Peymana Stenbolê Bicih Bîne” li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê kom bûne.
- Piştî çalakiyê jinan du caran xwestiye bimeşinlê polîsan destûr nedaye. Jin dema belav dibûn, ji ber sloganan, polîsan jinek desteser kiriye.
- Li Îzmîrê jinan xwestiye di 5ê Tebaxa 2020an de bimeşin lê polîsan destûr nedaye û êrîş kiriye.
- Destên 16 jinan li paş wan kelemçe kirine û ew desteser kirine. jinên din li vir çalakiya rûniştinê pêk aniye û desteserkirina jinan protesto kiriye.
- Piştî vê çalakiyê, polîsan 5 jinên din desteser kirin. Bi hinceta li dijî Qanûna hejmar 2911ê derketine, doz li 18 jinan vekirine.
(EMK/FD)
*Fotogarf - Çavkanî: MA