* Fotograf: Metin Aktaş - Enqere / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistinên civaka sivîl bi sernavê “Em ê li dijî gefên li mixalefetê dixwin, bêdeng nemînin” daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
20 saziyên civaka sivîl, metna navborî îmze kirine û gotine ku desthilatdar êrîşên li dijî mixalefetê dibin, teşwîq dike.
Sêşema derbasbûyî, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan di dema civîna koma AKPyê ya Parlomentoyê de vîdeoyek nîşan dabû. Di vê vîdeoyê de êrîşa li Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî hebû.
Saziyên civaka sivîl, nerazîbûn nîşanî vê rewşê dane.
Saziyên ku navê wan di daxuyaniyê de heye ev in:
Hewldana Nifşên 78an, Adam-Der, Federasyona Elewî û Bektaşiyan (ABF), Anitpark Forûm, Hewldana Azadî ji bo Ramanê ya Enqereyê, Misilmanên Antî Kapîtalîst, Yekîtiya ji bo Demokrasiyê, Koma Diyalogê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilat (DGD), Hewldana Li Dijî Sûc(!?)ên Ramanê, Weqfa Çandê ya Anatolyayê la Haci Bektaş Veliyî, Platforma Maf û Edaletê, Xebatên Hunerê ya Karşi, Platforma Edaletê ya ji bo Mexdûran, Navenda Giştî ya Komeleyên Çandê ya Pîr Sûltan Abdalî, Platforma Demokrasiyê ya Sîlîvriyê, Platforma Siyaseta Sivîl, Forûma Çandê ya Tirkiye-Almanyayê, Rojnivîska Asmanî, Hewldana Welatiyan.
Vîdeo piştî dengdana tezkereyê nîşan dane
Di daxuyaniyê de saziyan bi kurtasî wiha gotiye:
“Di vîdeoya ku hatiye nîşandan de gotina “wê careke din hesab bide gelî” hebû. Vê helwestê careke din nîşan daye ku desthilat êrîşên li dijî mixalefetê pêk tên, aşkere teşwîq dike.
“Ev vîdeo piştî ku CHPyê aştiya welêt û herêmê di ber çavan re girtiye û xwestiye ji siyaseta derve ya şerker û maceraperest re bibêje “na”, nîşan dane. Ev vîdeo cidîyeta wê gefê jî nîşan dide ku piştî êrîşa li Seroka IYI Partiyê, Meral Akşanerê bûbû Erdoganî gotibû “hê ev rojên we yên xweş in”. (AS/FD)