Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî tezkereyên Serokomariyê ku ji bo dema mayîna leşkerên Tirkiyeyê li Iraq û Sûriyeyê du salên din were dirêjkirin pêşkeşî parlamentoyê kirine, hin partiyên siyasî nêrinên xwe aşkere kirine.
Partiya Kedê, Partiya Çep a Keskparêzan û Partiya Karkerên Tirkiyê aşkere kirine ku ew li dijî tezkereyê ne.
Partiya Kedê têkildarî tezkereyê daxuyanî daye û gotiye, “Îro di bin navê 'ewlekariya neteweyî' de wê dengdan li ser bê kirin bê ka em ê 2 salên din bi welatên cîran û gelan re di şer de bin yan na.”
Partiya Kedê di daxuyaniya xwe de weha pê de çûye, “Divê tezkereya ku xizmetê ji aştiya welat û herêmê re nake, berevajî bibe sedema lezkirina polîtîkayên şerxwazan, divê rê lê were girtin. Bi taybetî, îro gotina 'na' ji bo tezkereyê, deynê stûyê partiyên li parlamentêyê îdîa dike ku ew li dijî desthilatdariya yek zilamî ye.”
Partiya Çep a Keskparêzan jî diyar kiriye ku parastina aştiyê yek ji pêşşertên têkoşîna demokrasiyê ye û weha gotiye:
“Em careke din bal dikişînin ser fikra xwe ku ti pirsgirêkên Tirkiyeyê bi amûrên şer nayê çareserkirin û afirandina hawireke adîlane ya aştiyê pêwîst e. Em mîsoger li dijî operasyonên leşkerî yên li derveyî sînor derdikevin û em daxwaza xwe dubare dikin ku di zûtirîn dem de ev bidawî bibin.
“Şirîkatiya AKP-MHPê bi wê yekê re ye ku bale li pirsgirêkên rasteqîn ên Tirkiyeyê dûrbixin û keştiya xwe bi lehengiya neteweperest/nîjadperestî bi rê ve bibe. Êdî dizanin ku tenê dikarin vê keştiya ku di her dere de avê digire, bi zordarî û bêhiqûqiyê bi rê ve bibin. Ji ber ku her roj lawaztir dibin, nikarin baweriya xwe êdî bi alîgir û parlamenterên xwe jî bîne.”
Sera Kadigîl, Berdevka Partiya Karkerên Tirkiyeyê jî têkildarî tezkereye weha gotiye:
“Em weke TÎPê diyar dikin ku em ê bêhincet ji tezkereye re bêjin ‘na’. Her wiha em dixwazin ji desthilatdariya heyî bipirsin bê ka me bi tezkereyên berê çi bi dest xistiye an jî bi dest nexistiye.
“Ev tezkereya ku li pêşiya me ye dîmena herî zelala xwesteka Qesrê ye ku dixwaze her karî ne bi rêyên aştiyane, lê bi rêbazên leşkerî çareser bike. Ev rê di siyaseta derve û hundir de em hemû eciz kirine.”
(AO/AY)