Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo Tezkereya Serokomariyê ya ku wê li Parlamentoyê were gotûbêjkirin, 23 saziyên sivîl û hewldanan bang li parlamenteran kiriye. Di daxuyaniyê de wiha gotine: “Em dixwazin hêvî bikin ku di vê biryara wê siberoja ekonomî-civaka me, aştiya herêmê bixe nav xetereyê de paya we nebe.”
Daxuyaniya 23 saziyên civaka sivîl wiha ye:
“Di vê dema gelekî krîtîk de ya ku di qada ekonomîk, siyasî û civakî de em di nava tengasiyeke gelekî mezin de ne, qebûlkirina tezkereyê li Meclîsa Gelê Mezin a Tirkiyeyê, ya wê ji bo du salan erka operasyonên dersînor bide desthilatê, wê pirsgirêkên welatê me yên gelekî mezin, mezintir bike û êşa li ser êşên gelê me zêde bike.
“Biryara şandina leşkeran a ji bo welatên biyanî, yek ji erkên sereke ya parlamentoyê ye, erka xwe nexin destê kesekî, bibin asteng li ber vê gavê ku wê encamên wê yên tirsnak di demeke kurt de werin dîtin.
“Em dixwazin hêvî bikin ku di vê biryara wê xwîn û canê zarokên me, siberoja ekonomî-civaka me, aştiya herêmê bixe nav xetereyê de paya we nebe.
“Em li bendê ne hûn xwedî li wê sozê derkevin ku we ji bo parastina mayîndetiya komarê, yekîtiya gelê me, siheta welatê me daye, hûn nebin paldanka polîtîkayên maceraperest ên şerker û şirîkê vî sûcê giran û hûnê biryareke welatperwer, aştîperwer bidi û ji tezkereyê re bibêjin na.”
Saziyên îmze dane
Hewldana Nifşê 78an, Adam-Der, Federasyona Elewî Bektaşiyan, Forûma Anitparkê, Hewldana Nifşê 78an a Enqereyê, Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Misilmanên Antî Kapîtalîst, Weqfa Aştiyê, Yekîtiya ji bo Demokrasiyê, Koma Diyalogê, Platformên Komeleyên Rojhilat-Başûrojhilat, Hewldana li Dijî Sûcên Ramanê, Weqfa Çandê ya Anatolyayê ya Haci Bektaş Veliyî, Platforma Heq û Edaletê, Tevgera Zûkirinê, Platforma Edaleta ji bo Mexdûran, Komeleya Jinan a Rosayê, Platforma Demokrasiyê ya Sîlîvriyê, Navenda Giştî ya Komeleyên Çandê ya Pîr Sûltan Abdalî, Platforma Siyaseta Sivîl, Forûma Çandê ya Tirkiye-Almanyayê, Rojnivîka Esmanî, Hewldana Welatiyan.
(AÖ/FD)