Fotograf: TV5
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Temel Karamollaoglû, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê li TV100ê tevlî bernameya Pazar Siyasetî(Yekşema Siyasetê) ku Pinar İşik Andor peşkeş dike, bûye.
Karamollaoglû diyar kiriye ku Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala bi awayekî bihiqûqî girtî ne.
Karamollaoglû destnîşan kiriye ku ew daxwaza sîstema parlamenteriya bihêzkirî dikin û gotiye, “Em bi temamî li dijî sîstema serokatiyê nîne, em li dijî sîstema serokatiyê ya heyî ne ku nikare bê kontrolkirin.”
“Divê Demîrtaş bê tehliyekirin”
Li ser pirsa “hûn HDPê çawa dibîne? Karamollaoglûyî gotiye, “HDP partiyekî rewa ye, li meclîsê ye, parlamenterên wê hene. Derbarê wan de doz hat vekirin, dibe ku partî were girtin, heta ku neyê girtin partiyeke meşrû ye. Em tifaqê çêdikin yan na ez nizanim, ev mijareke din e. Di şert û mercên îro de em di wê baweriyê de ne ku ev tifaq ne hêsan e.
Di hilbijartinên Serokkomariyê de Selahattîn Demîrtaş namzet e, li girtîgehê girtî ye lê ji ber ku qanûn ferz dike TRT diçe û axavtinên wî diweşîne. Lê dibêje ez ê te di girtîgehê de bihêlim, nakokiyeke bi vî rengî nîne, tu nikarî welêt di nava nakokiyeke bi vî rengî de bi rê ve bibî. Heta ku sûc li ber çavên dadwer neyê tomarkirin, hûn nikarin kesekî li hundir bigirin.
'Divê biryara DMMEyê were bicihkirin'
“Tişta ku wî nekirî, tişta ku negotiye ez nikarim pispêrim wî. Pirsgirêka Tirkiyeyê ya niha ev e. Birêz Erdogan vê rastiyê bibîne jî, weke nedîtiye tevdigere. Heta duh ji bo ku bêhiqûqî li wî hatiye kirin hemû cîhan da pişta xwe û hat Tirkiyeyê tevlî siyasetê bû. Ez ji bo Osman Kavala jî heman tiştî dibêjim. Divê Tirkiye biryara DMMEye bi cih bîne, Birêz Erdogan ev bi xwe anî.”
(RT/AY)