Fotograf: barbados.loopnews.com/ Richard Grimes
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Barbados, welatekî li Karayîpan e û koloniya Brîtanyayê ye. Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, Barbados wê di 30ê Çiriya Paşiyê de ragihîne ku wan komara xwe ava kiriye û dawî li statuya serokdewleta Elizabetha 2yem, Şabaniya Ingilistanê bîne.
Sandra Masona 72 salî di 55 saliya salvegera ragihandina serxwebûna Barbadosê ya ji Ingilistanê de wê sond bixwe û dest bi wezîfeyê bike.
Di dengdana li Parlamentoyê de endamên Parlamentoya Nûneran û ya Senatoyê deng dane. Û ji sêyan duyên parlamenteran biryara ragihandina komarê dane. Bi vê biryarê de wezîfeya serokdewletiyê ya Şabaniya Ingilistanê û Waliyê Giştî bidawî bûye.
Barbados wê êdî ne yek ji welatên Civaka Miletên Ingilizan be lê wê endamtiya wê ya Civakên Miletan be. Beriya niha Guayana û Trinidad Tobagoyê jî heman biryar dabûn.
Barbadosê di sala 1966an de serxwebûna xwe raginadibû. Sandra Mason yekem dadwera Dadgeha Bilind a Barbadosê bû. Ji sala 2018an û vir ve Waliya Giştî bû û wê girav birê ve dibir.
Hikûmeta Barbadosê di 15ê Îlona 2020an de plana xwe ya ragihandina komarê aşkere kiribû. Di daxuyaniyê de gotibûn ku “êdî wext hatiye dîroka mêtingehiyê bi temamî li dû xwe bihêle.”
Roja çarşema borî civîneke hevbeş bi beşdariya Parlamentoya Nûneran û Senatoyê bûbû. Li vir hilbijartina yekem serokomarî/ê pêk hatibû. Mia mottley, Serokwezîra Barbadosê ji bo vê hilbijartinê gotibû, “Dengdaneke wisa ye ku rêyeke nû li ber netewê vedike.”
285 hezar kes li Barbadosê dijîn. Yek ji giravên herî qelebalix ên giravên Karayîpan e. (EMK/FD)