Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meral Akşener, Seroka Giştî ya IYI Partiyê îro di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoyê de axiviye.
Akşenerê gotiye ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê û Serokomarî Banka Navendî ya divê serbixwe be, xistiye bin desthilata xwe.
Şahap Kavcioglû, Serokê Banka Navendî çend roj berê gotibû, “Rezerva me bûye 123,5 milyar dolarî.” Akşenerê ji bo vê daxuyaniya Kavcioglûyî wiha axiviye: “Ê ger ewqas rezervên te hene, ka midaxale bike. Tu çima li bilindbûna dolarî temaşe dikî? Lewre rezerv ne yên Banka Navendî ne. 128 milyar dolar bi kotekî xwarine.”
Ji ber ku di van demên dawiyê de gelek caran Serok û rayedarên Banka Navendî bi biryarnameyên Serokomariyê hatine guhertin, Akşenerê bi van gotinan bertek nîşanî vê rewşê daye: “Bi saya Erdoganî êdî bûne weke karkerên demsalî. Serokê Banka Navendî yê havîngehê cida, Serokê Banka Navendî yê zivistanê cida ye. Em bi serokên nû dest bi her demsalekî dikin.”
“2 trilyon lîreyê din ji derve deyn kirine”
Akşenerê diyar kiriye ku ji roja Erdogan weke serokê partiyekê dest bi wezîfeya Serokomariyê kiriye û heta niha 2 trîlyon lîreyê din ji derve deyn kirine: “Baş e wê ev deyn bi çi bê dayîn, hûn dizanin? Wê bihayê tiştan zêde bibin, wê bihayê xurekan zêde bibe, wê bihayê gaza xwezayî û elektrîkê zêde bibe, wê bihayê cil û bergan zêde bibe, wê bi vî awayî bidin. Yanî wê bi wî pereyî bidin ku ji bêrîka me wê derkeve.
“Dê êdî dem hatiye Birêz Erdogan. Hewce nake ku tu xwe di erdê de bidî. Tehemila gelê me êdî ji vê çûnê re nîne. Êdî dem dema hesapdayinê ye. Hindik ma, waye sindoq xuya dike. Em ê di hilbijartina ewilî de wî teqawid bikin û dawiyê li vê zehmetiyê bînin.” (DŞ/FD)